YDG-H: Li Farqînê berxwedana bi heybet a gelê me didome
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), der barê êrîşên dewletê û berxwedana ciwanan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de têkîldarî çalakiyan agahî hatin dayîn.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), der barê êrîşên dewletê û berxwedana ciwanan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de têkîldarî çalakiyan agahî hatin dayîn.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), der barê êrîşên dewletê û berxwedana ciwanan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de têkîldarî çalakiyan agahî hatin dayîn.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), di daxuyaniyê de der barê berxwedana didome agahî parve kir.
YDG-H di daxuyaniya xwe de ev agahî da:
“2’yê Cotmehê ji saetên sibê ve hêzên AKP’e ya faşîst bi piştgiriya tank, pêgerên hewayî yên bêmirov û bi hêzeke ji hezaran kesî navçeya Farqîn a Amedê dorpêç kirin. Yekîneyên kontra êrîş birin ser taxên hêzên berxwedêr tê de ne, bi tankan top avêtin, kesên berxwedêr bi sûîqestê kirin hedef. Di encama êrîşên faşîst ên topan û sûîqestan de dayika 70 salî (Hayriye Hudaverdî) birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 3 kadroyên me yên xebatkarên ciwanan jî şehîd ketin. Welatiyê bi navê Omer Bînen jî bi birîndarî ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
3’ê Cotmehê yekîneyên kontra ser bi ser kolana KURDÎ-DER’ê de girtin, êrîş birin ser ciwanên berxwedêr, ji bo hêza berxwedanê bişkînin jî bi tankan û wesayîtên zirxî yên Akrep êrîşên xwe zêde kirin. Wesayîtên zirxî yên ketin taxan bi çalakiya molotofan ve hatin bersivandin û di encama vê çalakiyê de 2 wesayîtên zirxî yên Akrep bi temamî hatin îmhakirin.
4-5’ê Cotmehê êrîşên kontrayên faşîst bênavber berdewam kirin, di çarçoveya berxwedana xweparastinê de pevçûn qewimîn, di van pevçûnan de girêdayî hêzên taybet ên AKP’ê, 7 polîs bi giranî birîndar bûn.
Di serî de kontrayên taybet ên di 2 wesayîtên zirxî yên Akrep de, di vê berxwedanê de ji 20’î zêdetir hêzên girêdayî yekîneyên kontrayên AKP’ê hatin berterefkirin.”
'CERDEVANÊN LI SÊRTÊ BI AKP’Ê RE TEVDIGERIN'
Berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li gundên giradayî navçeya Şîrwanê ya Sêrtê, cerdevanên bi navê Orhan Zeyrek, Abdûrrahîm Oner Yildiz, Yahya Gûrûntî, Haci Yûsûf Gûrûntî, Îsa Oner Yildiz, Haci Naîf Etender bi çeteyên faşîst ên AKP’ê re mil bi mil tevdigerin.”
YDG-H’ê bibîr xist ku 6’ê Cotmehê kontrayên AKP’ê êrîşî navçeya Bismilê ya Amedê kirin û ser malan de girtin, li ser welatiyên sivîl gule reşandin û 4 welatî qetil kirin.