Parlamenterên HDP'ê li esnafên Sûrê geriyan
Heyetek ji parlamenter, rêveberên partiya DBP û HDP'ê pêk dihat çûn serdana esnaf û dikandarên navçeya Sûrê ya Amedê û bi wan re sohbet kirin.
Heyetek ji parlamenter, rêveberên partiya DBP û HDP'ê pêk dihat çûn serdana esnaf û dikandarên navçeya Sûrê ya Amedê û bi wan re sohbet kirin.
Heyet ji parlamenterên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca, Îmam taşçier, Edip Berk, şaredarê berê yê Sêrtê Selim Sadak, alîkarê hevşaredarên Sûrê Izettin Candan, endamên meclisa şaredariya Sûrê û rêveberên DBP û HDP'ê yên navçeya Sûrê pêk dihat.
Wekî tê zanîn ji ber ku beriya demekê navçeya Sûrê di bin dorpêçkirina hêzên dewletê debû, esnafan nerazîbûna xwe li hemberî siyaseta dewletê anî ziman. Di serdanê de esnafên navçeyê ji parlamenteran xwestin ku bi hemû hêza xwe li dijî siyasetên şer derkevin û li şûna wê daxwaza xwe ya aştî û çareseriyê bînin ziman.
ji aliyekî din ve parlamenter û rêveberên partiyê jî anîn ziman ku her çendî hilbijartin nêz dibin jî lê sedema sereke yê vê serdana wan ji hilbijartinan wêdetir ji bo lêpirsîna li hal û rewşa gelê Sûrê ye yê ku di bin gefa dorpêçkirin û operasyonên qirkirina siyasî de rojên dijwar derbas kirin.