Satilmiş ê leşkeran birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Qerqeliyê welatiyê bi navê Omer Faruk Satilmiş ê di êrîşa leşker û tîmên taybet de bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê 4 rojan li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Qerqeliyê welatiyê bi navê Omer Faruk Satilmiş ê di êrîşa leşker û tîmên taybet de bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê 4 rojan li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Qerqeliya Wanê tîmên taybet û leşker bi wesayîtên zirxî roja 1'ê Cotmehê bi ser Taxa Tepedamê de girtibûn, li wir 2 gerîlayên HPG'ê înfaz kiribûn û yek jê zarok 3 welatî jî birîndar kiribûn. Welatiyê bi navê Omer Faruk Satilmiş guleya tîmên taybet li serê wî ketibû rakiribûn Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Satilmiş li newxweşxaneyê 4 rojan li ber xwe da û îro li gel hemû mudaxaleya rizgarkirinê jiyana xwe ji dest da.

Piştî êrîşê Walîtiya Wanê Satilmiş wekî "Endamê rêxistinê" îlan kiribû. Malbata Satilmiş jî bi gotina "Faruk mehek berê ket ezmûnên ehliyetê û ehliyeta xwe derxist. Heke dewlet dibêje ew PKK'iye wê demê çima mehek berê ehliyet da wî. Walî hewl dide bi vê daxuyaniyê derewa xwe rewa bike" bertek nîşanî daxuyaniya walîtiyê da.