Hêza YPG'ê ya operasyonê, konê serxweşiyê yê li Til Temirê ziyaret kir
Hêzên YPG/YPJ'ê yên li çiyayê Kizwanan li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyon meşandin, di vegera ji operasyonê de konê serxweşiyê yê ji bo 2 şervanên YPJ/YPJ ên di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, ziyaret kirin.
ANF
TIL TEMIR
sêşem, 6 kewçêrê 2015, 07:10
Hêzên YPG/YPJ'ê yên li çiyayê Kizwanan li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyon meşandin, di vegera ji operasyonê de konê serxweşiyê yê ji bo 2 şervanên YPJ/YPJ ên di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, ziyaret kirin. Hêzên YPG/YPJ'ê yên 4 roj in li dijî çeteyan operasyonê dimeşînin, bi çekên xwe yên giran, konê serxweşiyê ziyaret kirin. Ev ziyaret li Til Temir û gundên derdorê ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Ji Fermandarên YPJ'ê Nûjîn Dêrik li merasîmê peyivî û got, "Şehîdan li hemberî êrîşên çeteyan, bedena xwe kirin sîper û careke din bi berxwedana xwe re êrîşên çeteyan şikandin. Bila çavê we li paş nemîne, çeka şehîdên me wê ti carî li erdê nemîne. Wê her tim pêşengê me bin."
Li ser navê malbata şehîdên Til Temir, bavê şehîd Demhat got, "Serketina hêzên YPG'ê ya li çiyayê Kizwanan, li gelê Kurdistanê û Rojava pîroz be."
Ji bo fermandara YPJ'ê Bêrîtan û şervanê YPG'ê Rênas ên di 2'ê Cotmehê de di berxwendana li çiyayê Kizwanan jiyana xwe ji dest dan, piştî ku cenazeyên wan li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li Berkevirê hatin veşartin, li pêş saziya malbatên şehîdan a Til Temirê duh konê serxweşiyê hat vedan.
Tevî şêniyên Til Temir û gundên derdora wê, şervanên YPG/YPJ'ê yên çar roj in li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li çiyayê Kizwanan û gundên derdorê operasyonê dimeşînin, bi çekên xwe yên giran konê serxweşiyê ziyaret kirin.
Şervanên YPG/YPJ'ê bi korteja merasîmê ya ji gelê Til Temirê re, li ber qîrîna dirûşme û tilîliyan ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. Şervanên YPG/YPJ'ê beşdarên merasîmê silav kirin û derbasî binê konê ji bo cangorî Bêrîtan û Rênas hatiye vedan bûn.
'EM Ê ÇEKA ŞEHÎDAN TI CARÎ LI ERDÊ NEHÊLIN'
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan, ji rêveberiya YPJ'ê ya Hesekê û fermandarên operasyonê Nûjîn Dêrik peyivî û destnîşan kir ku bi yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê û gelên Kurd û Ereb re wan êrîşên çeteyan careke din bi berxwedanê têk birine. Dêrik di dewama axaftina xwe de ji malbatên şehîdan re got, "Ev 4 roj in, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hevrêyên me Helgûrt, Hevrê, Nasir, Bêrîtan û Rênas bedena xwe kirin sîper û bi berxwedana bi leehngî êrîşên çeteyan şikandin. Eger ev berxwedana van hevrêyan nebûya, dibe ku dagirkeriya çeteyan bigihaşta heta vî cihî. Bila dilê we rehet be, zêdeyî 100 çeteyên êrîş kirin, hatin kuştin. Me dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyan. Bi qasî 80 cenazeyên çeteyan di destê me de man.
Hevalên me yên di berxwedana li dijî çeteyan de şehîd ketin Helgûrt ji Rojhilatê Kurdistanê, Hevrê ji Başûrê Kurdistanê, Nasir ji Bakurê Kurdistanê û Bêrîtan ji Rojavayê Kurdistanê ne. Hevrê Rêzan jî ji gelê Ereb e. Ev berxwedan bi hevkariya çar parçeyên Kurdistanê, bi hevkariya gelên Kurd û Ereb pêk hat. Ya ku ji aliyê manewî ve hêzê dide me, berxwedana van hevrêyên me ne.
Hûn ne tenê malbatên Bêrîtan û Rêzan in. Di heman demê de hûn malbatên hevrêyên me Helgûrt, Hevrê û Nasir in. Em ji vê derê sozê didin we; çeka van hevrêyên me wê li erdê nemînin û em ê timî li ser şopa wan bin."
'EM XWEDÎ LI YPG Û YPJ'Ê DERKEVIN'
Ji saziya malbatên şehîdan bavê şehîd Demhat di axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya ji ber ziyareta şervanên YPG/YPJ'ê anî ziman û got, "Em li konê şehîd in. Hevalên şervan ên şehîd Bêrîtan û Rêzan piştî serketinê hatin me ziyaret kirin, bi me re ne. Şehîd nemirin, şehîd rûmeta me ne, şerefa me ne. Weke hevalên şervan ên Bêrîtan û Rêzan, we ev rûmet û şeref anîn. Serketina we ya li çiyayê Kizanan li tevahiya çar parçeyên Kurdistanê û Rojava pîroz be."
'EM BI ŞEHÎDÊN XWE RE SERBILIND IN'
Di merasîmê de bavê şehîd Bêrîtan axivî û anî ziman ku ji sala 2011'an dema avabûna YPG'ê li Til Temirê û vir ve wê di nava YPG'ê de cih girtiye.
Bav anî ziman ku Bêrîtan ti carî bi awayekî şexsî yan jî malbatî nefikiriye û got, "Timî, têkoşîna ji bo rûmet, azadî û gelê xwe esas girt. Bi saya têkoşîna Bêrîtan û hevrêyên wê, em niha dikarin li Til Temir, li Rojavayeke azad bijîn."
Ji Meclîsa Gel a Til Temirê, Yekîtiy Star û malbatên şehîdan gelek kesên axivîn diyar kirin ku ew ê bibin şopdarên şehîdan û li hemberî êrîşan ti carî ji azadiya xwe tawîzê nedin.
Gelê Til Temir piştre şervanên YPG/YPJ'ê yên beşdarî merasîmê bûn, oxir kir.
Merasîma serxweşiyê ya ji bo şehîd Bêrîtan û şehîd Rêzan, bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî YPG, YPJ", "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.