Çalakiya ciwanên Kurd a bi bisîkletan, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, dewam dike. Ciwan wê îro saet di 09:00 de li Navenda Çanda Kurd a Bernê bicivin û bikevin ser rêya Romontê.
ANF
BERN
sêşem, 6 kewçêrê 2015, 07:04
Çalakiya ciwanên Kurd a bi bisîkletan, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, dewam dike. Ciwan wê îro saet di 09:00 de li Navenda Çanda Kurd a Bernê bicivin û bikevin ser rêya Romontê.
Ciwanên bi şiyara "Xwedî Derkeve" li bajarê Fransa Strasboûrgê hatin cem hev, di roja sêyemîn a çalakiya bi bisîkletan de, li bajarê Swîsre Bernê rêya xwe dewam kirin. Ciwanên piştî rêya 40 kîlometreyan xwe gihandin Bernê.
Di çalakiyê de ciwanan bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Terorîst Erdogan" qîriyan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Dîren Sûncak a ji Baselê beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku ew çalakiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tînin. Sûncak got, "Bi çalakiya xwe re em dixwazin moralê gelê li Kurdistan û bi taybetî li Rojava bilind bikin" û ev bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn kir: "Bila ciwan nebêjin li Ewropayê şer nîne û bi xemsarî tevnegerin. Pêwîste ciwan hemû hem ji bo aştiyê hem jî ji bo şer amade bin."
YUCE: LI HEMBERÎ ZEXTÊN TÊN KIRIN EM BÊDENG NEBÛN, EM Ê BÊDENG NEBIN
Berkan Yuce yê ji Baselê beşdarî çalakiyê bûye anî ziman ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, Kurdistan azad nabe.
Yuce destnîşan kir, ku ya divê ciwan bikin, daketina kolanan û dijderketina li neheqî û zilmê ye. Yucel ragihand ku ew çalakiyên xwe bi ruhê Kemalan û Mazlûman pêk tîne. Berkan Yuce da zanîn ku girîng e ciwan li pêşberî şerê li Kurdistanê diqewime hişyar û baldar bin û tevlî berxwedanê bibin.
Roja sêyemîn a çalakiyê bi pêşandanên çandî bi dawî bû. Komîteya Amadekar diyar kir ku ew ê îro saet di 09:00 de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê bicivin û biçin Romontê. Komîteyê ragihand, ku rêgeha wan 52 kîlometre ye.