Kalkan: Yekane astengiya li pêşiya dîktatoriya Erdogan, siyaseta Kurd û HDP ye

Dûran Kalkan, der barê şerê ji aliyê AKP'ê ve hat destpêkirin, ragihandina xwerêveberiyan, hilbijartinên 1'ê Mijdarê, destwerdana Rûsyayê li Sûriyeyê û têkiliyên PKK-PDK'ê de peyamên girîng da.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, di bernameya Polîtîk Alan a Med Nûçe de duh bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk û mijarên di rojevê de nirxand. Kalkan, der barê şerê ji aliyê AKP'ê ve hat destpêkirin, ragihandina xwerêveberiyan, hilbijartinên 1'ê Mijdarê, destwerdana Rûsyayê li Sûriyeyê û têkiliyên PKK-PDK'ê de peyamên girîng da.

KALKAN: KOMPLOYA 9'Ê COTMEHÊ HATIYE MEHKÛMKIRIN

Kalkan di destpêka axaftina xwe de komploya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hêzên di nava komployê de cih girtine şermezar kir û got, "Ji hevrê Tayhan heta hevrê Baran Dêrsim, hemû şehîdên me yên leheng ên bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' berxwedana mezin nîşan dan, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînim.

Kalkan da xuyakirin, ku di nava 17 salan de rastiya komployê derketiye holê û hatiye mehkûmkirin û destnîşan kir, ku bi têkoşîna hatiye meşandin re komplo hatiye parçekirin, teşhîrkirin.

Kalkan anî ziman ku rastiya komplo derxistiye holê hînê bi temamî ji holê ranebûye û got, "Ji ber ku rastiya komplo derxist holê, zîhniyet, stratejî û siyaseta ku Kurdan tine dike û tine dihesibîne ye. Ev siyaset global e, herêmî ye. Dewletên li ser Kurdistanê serdest in, vê stratejiyê dimeşînin."

'XWERÊVEBERÎ, FÎNALA TÊKOŞÎNA TÊKBIRINA KOMPLOYÊ YE'

Kalkan diyar kir, ku têkoşîna lehengî ya li Bakurê Kurdistanê ev du meh in li ser bingeha avakirina xwerêveberiya demokratîk û parastinê tê meşandin, fînala têkoşîna têkbirina sîstema înkar û îmhayê ya xwe dispêre komployê ye. Kalkan diyar kir ku eger ev xet bi biryardarî, bi îdîayeke mezin û bi ferasetke rast were meşandin, wê serketin bi dest bikeve û di heman demê de li dijî komploya navneteweyî serketineke dîrokî derkeve holê. Ev yek wê bibe serketina azadiyê û mirovahiyê."

Kalkan da zanîn, ku şerê li Bakurê Kurdistanê ji 24'ê Tîrmehê û vir ve ji aliyê Erdogan û AKP'ê ve hatiye destpêkirin, rast e ku weke şerê Qesrê yan jî şerê ji bo desthilatdariya Erdogan û AKP'ê bê pênasekirin û ragihand, ku aliyekî din ê vî şerî jî bi rastiya dewleta qirkirinê ya Kurdan înkar dike û qirkirina çandê ferz dike ve girêdayî ye.

'YEKANE ASTENGIYA LI PÊŞIYA ERDOGAN, SIYASETA KURD Û HDP YE'

Kalkan da xuyakirin ku armanca vî şerê topyekûn, tinekirin, eciqandin û tesfiyekirin e û got, "Bi eciqandin û qelskirinê re dixwazin HDP'ê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de li binê bendê bihêlin. Bi vî rengî armanc; hilanîna tola 7'ê Hezîranê ye. Di hedefa êrîşê de HDP heye, siyaseta demokratîk a Kurd heye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku yekane astengiya li pêşiya dîktatoriya Erdogan, siyaseta Kurd û HDP ye û ragihand, ku li ser bingeha biryara civîna MGK a 30'ê Cotmeha 2014'an de, AKP'ê şer daye destpêkirin.

'BI SEKINANDINA HEVDÎTINÊN BI RÊBER APO RE, SIYASET XITIMANDIN'

Kalkan axaftina xwe wiha dewam kir: "Hin rabûne diaxivin. Hin ji wan jî dibêjin 'Em Kurd in'. Qaşo dibejin 'PKK'ê şer daye destpêkirin, qaşo ji ber ku PKK çekê bi kar tîne ev şer dewam dike'. Em bêjin ku 'PKK'ê da destpêkirin, PKK'ê şaşîtî kir, PKK sûcdar e'. Baş e li ser navê PKK'ê kê hevdîtinên aştiyê dimeşand? Kê hevdîtinên siyasî dimeşand. Rêber Apo dimeşand. Hevdîtin li Îmraliyê dihatin kirin. Baş e, ev 6 meh in hevdîtin li Îmraliyê pêk tê? Tê zanîn ku Rêber Apo çi difikire? Jİ bo çareseriyê, destûr ji Rêber Apo re tê dayîn ku siyaseta aştiyane bimeşîne? Na. Baş e kî vê asteng dike? Gelo PKK vê asteng dike? Hin radibin bi awayekî namerdî, bêyî li ber xwe bikevin dibêjin 'PKK asteng dike'. Çûyîna Îmraliyê aliyê PKK'ê ve tê astengkirin? Rêveberiya PKK'ê ewqasî bang kir, ku em biçin pê re hevdîtinê bikin. Bi sekinandina hevdîtinên bi Rêber Apo re, siyaset xitimandin û pêşî li şer vekirin. Kê ev kir? AKP bi xwe, Erdogan bi xwe kir."

Kalkan anî ziman ku dewleta AKP'ê û Erdogan lid ijî civakê şer daye destpêkirin û bi tank, top û çekên giran bombeyan, guleyan li ser gelê sivîl direşîne.

Kalkan bibîr xist ku li Farqîn, Lice, Cizîr, Nisêbîn, Gimgim, Şirnex, Gever û gelek deverên din bi hefteyan pêkanînên rewşa awarte, qedexeya derketina derve hatin meşandin û destnîşan kir, ku Erdogan mîna ku dîn û har bûye, tevdigere.

'BÊDENG NEMÎNE, TU BÊDENG BIMÎNE, WÊ DOR WERE TE'

Kalkan ev xal destnîşan kir: "Di vir de sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Her kes bêdeng e, cîhan bêdeng e. Yên bêdeng dimînin hevparê vî sûcî ne. Gotinek heye dibêjin 'Bêdeng nemîne, tu bêdeng bimîne wê dor were te'. Ev gotin dirûşma mirovên li Spanyayê li dijî faşîzma Franco têdikoşiyan bû. Ji bo her kesên li Tirkiyeyê dibêjim, 'bêdeng nemîne, tu bêdeng bimîne wê dor were te'. Rastiya faşîzmê ev e. Têkoşîna li dijî faşîzmê pêwîstiya xwe bi yekparebûnê heye. Pêwîstî bi berxwedaneke topyekûn heye. Di vî şerî de ti pîvanên şer bi cih nayên anîn, sûcê şer tê kirin. Em bang li mirovahiyê dikin. Bang li hêzên sosyalîst demokratîk ên li cîhanê dikin, bang li gelên cîhanê dikin; bila vê rastiyê bibînin. Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, DYA; Elmanya, Fransa, Rûsya yên di hin mijaran de bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin, di bin berpirsyariyê de ne. Eger ji vê rewşê re nebêjin 'bisekine' hingî ew jî berpirsyar in."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku nêrîna Kurdan û projeya wan a neteweya demokratîk, dijminatiyê li kesî nakin û destnîşan kir, ku ev yek felsefe û projeyeke jiyaneke azad e. Kalkan anî ziman ku AKP li hemberî vê yekê bi namerdî dijminatiyê li Kurdan dike.

'EM Ê DI CARÎ JI TÊKOŞÎNA XWE VENEGERIN'

Kalkan da xuyakirin ku li hemberî êrîşên tên kirin divê ew li ber xwe bidin, têbikoş in û got, "Ji ber ku dijmin vê dike, nabe ku em ji pîvanên xwe vegerin. Em ê ti carî ji polîtîkaya xwe dûr nekevin. Em ê bi ziman û rêbaza dijmin bersivê nedin dijmin. Em ê li gorî teoriya xwe, li gorî polîtîka, felsefe û pîvanên xwe yên îdeolojîk-polîtîk û rêxistinî têbikoş in. Lê emê têbikoş in! Em ê ti carî ji vê venegerin. Heta dawiyê berxwedan, berxwedan, berxwedan. Heta serketinê, heta azadiyê. Heta pêkanîna şoreşa demokratîk berxwedan. Têkoşîna xweseriya demokratîk a roja îroj î, li ser vê xetê hatiye rûniştandin."

'HEWL DIDIN ENCAMÊN KU KURDAN LI SÛRIYEYÊ DERXISTIN HOLÊ, DESTESER BIKIN'

Kalkan di herikîna bernameyê de, destwerdana Rûsyayê ya li Sûriyeyê nirxand û anî ziman ku ya Rûsya dike, hewldana dizîna rolê ye.

Kalkan da xuyakirin ku yê li hemberî faşîzma DAIŞ'ê li ber xwe da gelê Kurd e, gele Rojava ye, gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê ye, PKK ye, YPG/YPJ ye û got, "Berxwedana li dijî faşîzma DAIŞ'ê bi Kobanê û Şengalê re tê bilêvkirin. Encama ku mirovahiyê ji faşîzma DAIŞ'ê rizgar bike, derxistin hollê. Vê yekê rê li ber pêşketinên nû yên siyasî û leşkerî vekir. Niha jî yên ku qet di nava vê berxwedanê de tinebûn, berevajî yên ku êrîşên faşîzma DAIŞ'ê teşwîq dikirin, li pişt wan disekinînin, dîtin ku aliyê pê bawer in têk diçe, li wir ti qezenc nîne; ref guherandin û hewl didine ncamên ku gelê Kurd bi têkoşîna lehengî afirandiye, desteser bikin."

'TIFAQA RÛSYAYÊ BI KURDAN RE NÎNE'

Kalkan anî ziman ku Rûsya ya ji valahiya derket holê sûd wergirt û dest li Sûriyeyê werda, ji bo çareseriyê xwedî bernameyeke cidî nîne û ti tifaqa wan bi hêzên Kurd ên li hemberî DAIŞ'ê têkoşîna herî mezin dimeşînin re nîne.

Kalkan ragihand ku yê li dijî DAIŞ'ê têkoşîna herî mezin dimeşîne û DAIŞ'ê qels dike, YPG û YPJ ye û got, "Kî bi YPG/YPJ'ê re tifaqê dike, ew bi rastî li hemberî DAIŞ'ê şer dike. Lê belê kî, bêyî tifaqa bi YPG/YPJ'ê re dibêje  li dijî DAIŞ'ê şer dike, ew derewan dike, hîleyan dike. Armanca xwe ne şerê bi DAIŞ'ê re ye, armanca xwe dizîna rolê ye. Ya ku Rûsya dike jî ev e. Dixwaze rêevberiya Esad a xwe dispêrê, careke din serdest bike. Nêzîkatiyeke xwe ya ji bo naskirina kantonên li Rojava, tifaqa bi wan re, naskirina statuya wan nîne. Di vir de, sûdê ji derfetên têkçûna faşîzma DAIŞ'ê werdigire û dixwaze rolê bidize."

Kalkan bal kişand ser xeteriyên li Sûriye û Rojava û destnîşan kir, ku girîng e gelê Rojava tifaqên xwe, rêxistinbûyîna xwe, sîstema xwe ya xweseriyê û xweparastinê xurttir bikin.

Kalkan da zanîn ku pêşketinên heyî bandorê li Başûrê Kurdistanê jî dikin û diyar kir ku divê her kes ji guherîn û veguherîna demokratîk re vekirî be.

Kalkan ragihand ku weke tevger, ew rêya çareseriya hemû pirsgirêkan; siyaseta demokratîk û diyalogê dibînin û da zanîn ku di çareserkirina nêrînên cuda yên navbera wan û PDK'ê re, ji aliyê nîqaş û diyalogê ve hin gav hatine avêtin.

Kalkan got, "Têkiliyeke bi pevçûn a PKK-PDK'ê nîne, wê ti carî çênebe. Yên ku dixwazin pişta xwe bispêrin rewşeke bi vî rengî ya pevçûnê û siyasetê bimeşînin, di nava şaşîtiyê de ne. Em hêvîdar in diyaloga heyî wê bêhtir bi pêş bikeve û pêşî li çareseriya bi rêbazên demokratîk a pirsgirêkan, bê vekirin. Em di nuqteyeke bi vî rengî de ne.

Kalkan bang li PDK'ê kir ku li ser bingeha ruhê Kobanê têkoşîna yekîtî û hevgirtinê bimeşîne.

Kalkan bal kişand ser girîngiya kongreya neteweyî û got, "Em vê banga xwe dubare dikin.