KESK’ê girseya ku li Nisêbînê çalakiya rûniştinê pêk tîne ziyaret kir

Platforma Şaxên KESK’ê ya Mêrdînê, Heyeta ku li hember qedexeya derketina kolanan û êrîşan çalakiya rûniştinê pêk tîne ziyaret kir.

Platforma Şaxên KESK’ê ya Mêrdînê, Heyeta ku li hember qedexeya derketina kolanan û êrîşan çalakiya rûniştinê pêk tîne ziyaret kir.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê qedexeya derketina kolanan ku ev 5 roj in didome, wekîlên HDP’yî û gel di ketina navçeyê de çalakiya rûniştinê didomînin. Platforma Şaxên KESK’ê ya Mêrdînê ya hat serdana welatiyan daxuyaniyeke kurt da. Endama Desteya Rêveber a Navendî ya Egîtîm Sen Ebrû Yîgît diyar kir ku qedexeya derketina kolanan tê wateya komkujiyan, xespkirina tenduristiya gel û mafê jiyanê yê gel, her wiha tê wateya mirina zarokan.

Parlamentera Mêrdînê ya HDP’ê Gulser Yildirim jî bi bîr xist ku şerê rû dide ji bo xizmetê ji berjewendiyên şexsî yên Erdogan re bike kirine dewrê.

Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya xwe ya rûniştinê dewam kir.