MLKP Rojava, Arîn Mîrxan bi bîr anî

MLKP Rojava bi wesîleya salvegera şehadeta fermandara YPJ’ê Arîn Mîrxan a li hember çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedaî pêk anî daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “Kobanê, ji Arînan heta Paramazan bû bajarekî berxwedanê yê xeyalên azadiyê bûn xweşik-bira.”

MLKP Rojava bi wesîleya salvegera şehadeta fermandara YPJ’ê Arîn Mîrxan a li hember çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedaî  pêk anî daxuyaniyeke nivîskî weşand got: "Kobanê, ji Arînan heta Paramazan bû bajarekî berxwedanê yê xeyalên azadiyê bûn xweşik-bira. Kobanê şopa şehîdên me yên Pirsûsê yên gotin’ Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin’ hildigire."

MLKP Rojava ya daxuyaniyeke nivîskî weşand, Fermandara YPJ’ê Arîn Mîrxan di yekemîn salvegera şehadeta wê de bi bîr anî.

MLKP Rojava di daxuyaniya xwe de wiha got: “Me yekemîn salvegera berxwedana destanî ya Kobanê û serketina wê li pey xwe hişt. Berxwedan û serketineke gelekî ku her kêlî, mal bi mal, kolan bi kolan, cade bi cade, gund bi gund  bi berxwedanê hatiye pêçandin. Rastiyek û paqiyeke ku ti kes nikare înkar bike û qirêj bike.

Kobanê, ji Arînan heta Paramazan bû bajarekî berxwedanê yê xeyalên azadiyê bûn xweşik-bira. Kobanê şopa şehîdên me yên Pirsûsê yên gotin’ Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin’ hildigire. Têkoşîna xwiş-biratî ya gelan a li erdê tê çandin, li Rojhilata Navîn şitil digire. Şoreşa Rojava hêviya rizgariya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê mezin dike.”