Piştî qedexekirina derketina kolanan a li Farqînê, polîsan bi ser avahiya KURDÎ-DER'ê de girtin û avahî şewitandin. Hat zanîn ku piştî polîsan avahî şewitand destûr neda ti kes li avahiyê lêkolînê bike.
Li navçeya Farqînê ya Amedê ku qedexekirina derketina kolanan didome êrîşên polîsan ên bi çekên giran, serdagirtina malan û binçavkirin berdewam dikin. Polîsên bi ser avahiya Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Farqînê de girtin avahî şewitandin. Hat zanîn ku tevahiya avahiyê hatiye şewitandin. Polîsên ku avahî şewitandin, nahêlin ti kes derbasî hundirê avahiyê bibe û lêkolînan pêk bîne.
Der barê mijarê de wê li Amedê endamên KURDÎ-DER'ê li ber avahiyê daxuyanî bidin çapemeniyê.