Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, ku ji ber "qedexeya derketina derve" dikir nedikir nekarîbû xwe bigihîne Nisêbînê, piştî qedexe rabû, ket nava navçeyê. Sancar çavdêriyên xwe yên li navçeyê ji ANF'ê re vegot.
Sancar da xuyakirin, ku di dema qedexeya derketina derve ya 5 rojan de, hemû rêyên ber bi Nisêbînê ve bi bendên polîs û leşkeran ve hatin girtin û got, "Di dema qedexeya derketina derve de, dorpêçî hebû."
'PROPAGANDA REŞKIRINÊ PÛÇ BÛ'
Sancar bibîr xist ku ew çûye taxa Firatê cihê herî zêde êrîş lê hat kirin û got, "Şopên êrîşan, qalikên fîşekên sekvanan jî di nav de me gelek tişt dît. Hin mal xera bûn, mirovan jiyana xwe ji dest dan. Em çûn mala Ahmet Sonmez. Bi malbata wî re axivîn. Dibêjin ku tîmên taybet ên li taxê gule li zarokê wan reşandine. Derket holê ku propaganda reşkirinê bi temamî derew e. Hem qetil dikin, hem jî ji bo ser sûcê xwe binixumînin, propaganda reşkirinê dikin."
'GEL LI KOLANAN E'
Sancar diyar kir ku li taxa Firatê gel li kolanan e û got, "Gel, her kes serbilind e ji ber ku li vîna xwe xwedî derket. Gel xwedî li vîn û berxwedana xwe derdikeve. Di nava 5 rojan de gelek windahî çêbûn, pirsgirêk rû dan. Lê tevî van hemû tiştan jî ya me bi awayekî vekirî dît; vîn û rûmet di ser her tiştî re tê. Di her gavê de baweriya ji parastina rûmet û vîna xwe ya bi berxwedanê re, tê dîtin."
'OPERASYONA QESRÊ BI SER NEKET'
Sancar da zanîn ku operasyona şikandina vînê û serîtewandinê ya Qesrê, piştî Cizîrê li Nisêbînê jî bi ser neketiye û got, "Piştî Cizîrê, Nisêbîn bi serbilindî dijî ji ber ku li dijî operasyonên şikandina vînê û serîtewandinê, li ber xwe da."
Sancar got, "Gelê Nisêbînê bi biryardarî dibêje 'aştî, muzakere' lê di heman demê de aştiyeke bi rûmet û diyalogeke pê bawer dixwaze. Gelê Nisêbînê vê berxwedanê diyarî aştiyê dike."