‘Arîn wateyeke nû ji têkoşîna azadiya jinê re da qezenckirin’

Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê bi boneya yekemîn salvegera şehadeta Arîn Mîrxan a 5’ê Cotmeha 2015’an di çalakiyeke fedayî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de pêk anî û jiyana xwe ji dest da, semînerek organîze kir.

Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê bi boneya yekemîn salvegera şehadeta Arîn Mîrxan a 5’ê Cotmeha 2015’an di çalakiyeke fedayî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de pêk anî û jiyana xwe ji dest da, semînerek organîze kir.

Bi boneya yekemîn salvegera şehadeta fermandara YPJ’ê  Arîn Mîrxan a 5’ê Cotmeha 2014’an li dijî çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Kobanê çalakiyeke fedayî pêk anîbû, Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê bi beşdariya sedan jinan li navenda Yekîtiya Star semînerek li dar xist.

Di semînerê de nûnerên sazî û rêxistinên jinan ên Kobanê amade bûn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Rêvebera Yekîtiya Star Leyla Umer der barê kesayet û kurtejiyana Arîn Mîrxan de axivî û wiha got: “Em di salvegera şehadeta fedakar Arîn Mîrxan de hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî ruhê wan ditewînin. Şehîd Arîn Mîrxan li ser rêya azadiya jinan ti carî dudilî nebû û bi lehengî li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe da. Şehîd Arîn Mîrxan qebûl nekir ku Meştenûr bikeve destên çeteyan û li dijî van çeteyên çalakiyeke fedayî li dar xist. Şehîd Arîn Mîrxan bi çalakiya xwe wateyeke nû da berxwedan û têkoşîna jinên Kurd li ser rêya azadiyê û ji tevahî cîhanê re îspat kir ku ti carî vîna azad a jinên Kurd nayê şikandin.

Leyla Umer got ku endamên jin ên sazî û rêxistinên Kobanê soza xwe li ser rêya têkoşer Arîn Mîrxan nû dikin û wê heta dawî xeta şehîdan bişopînin.

Semîner bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û “Jin jiyan e, azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.