YPG: Di 4 rojan de 106 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG'ê diyar kir ku di operasyona 4 rojan a li hember çeteyan de 106 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê encama operesyona 2’yê Cotmehê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpê kirin, aşkera kir. YPG’ê diyar kir operesyona wan bi serketî bi encam bûye.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê de wiha hat gotin: “Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên 2’yê Cotmehê li hember bakur û rojavayê Çiyayê Kezwanê pêk hatibûn, hêzên me bi piştgiriya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê operasyoneke paqijiyê dabû destpêkirin û ev operasyon bi awayekî serketî bi dawî hatiye. Piştî êrîşên çeteyan a meha Tebaxê bi armanca dagirkirina Hesekê li dar xistibûn hat şikandin cara pêşî êrîşeke wiha berfireh hat lidarxistin, lê hêzên me derbên giran li çeteyan xistin.

Komên çeteyan sibeha 2’yê Cotmehê li hember gundên Bediî, Gerra, xara, Til Hemam, Cefr, Cerada, Ebû Cerada, Hizumuyê, Um El Kibir, Um Twêl, Um El Fexir û Sefan, çerxarêya gundê Bediî yên dikevin bakur û rojavayê Çiyayê Kezwan êrîşek berfireh li dar xistin. Hemû êrîşên çeteyan vala hatin derxistin. Hêzên me çeteyên DAIŞ’ê di demeke kin de kirin dorpêçkirinê û derbeyên giran li wan xistin. Heman sibê komên çeteyan li hember çarxêrêya gundê Bediî ya li ser rêya di çû û hatina Dêre Zor û  Alya 3 êrîşên cuda li dar xistin. Hemû hewldanên çeteyan li vir hat şikandin û derbên giran li wan hatin xistin. Komên çete dîsa di heman sibê bi awayekî hemwext êrîşî gundên Gerra, Xara û Til Hemam jî kirin. Di encama şerên dijwar a li van qadan de 25 termê çeteyan ketin destê hêzên me.

2 êrîşên çeteyan a bi maşîneya teqemenî barkirî hat lidarxistin ji aliyê hêzên me ve hat valaderxistin û her du maşîne ji dûr ve hatine teqandin. 3 maşîneyên din ên teqemenî barkirî ji bi piştgiriya hêzên ezmanî ya koalîsyonê hatiye rûxandin. Dîsa hêzên me 2 maşîneya teqemenî barkirî jî bê ku biteqe bi dest xistin.

Piştî şikandina êrîşên destpêke di qadê ku firehiya 23 km ya hem di bin serweriyê hêzên me hem jî dervey serweriya hêzên me de ne operasyonek paqijiye hatiye destpêkirin. Li hember çeteyên ku ketin 17 gundên li vê qadê 4 roj operasyon berdewam kir û îro di saetên sibê de operasyon bi dawî hat. Bi vê awayî 17 gund bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin.

Di encama van operasyonan de li gundê Ceradê 6, li gundê Ebû Ceradê 5, li gundê Hizûmuyê 5, li gundê Um El Kibir yek je biyanî 8, li ser rêya gundê Um El Kibir 3, Li gundê Um Twêl 12, li gundê Cefr 7, li gundên Um El Fexir û Sefan jî 12 termê çeteyan ketin destê hêzên me.

Di encama operasyona 4 rojan de bi giştî 106 çete hatin kuştin, termê 83 çeteyan ketin dest hêzên me. Dîsa çetekî DAIŞ’ê jî bi awayekî birîndar ket destê hêzên me.

Hêzên me li van qadan de 25 kleş, 15 şerjora kleş, 5 BKC, 5 zîncîr û 2.000 fîşeka BKC, 4 M16 û 200 fîşekên vê, 1 Bruno, 4 roketavêja B7 û 20 roketên vê, 1 Karnas, 1 çeka sekvanî ya Zagros û 200 fîşekên vê, 1 AKC, 1 tebenceya Glock, 9 bombeya destan, 50 mayinên 5 kîlo yên bi dest hatine çekirin, 7 rext, 1 bêtela mezin û 2 bêtela biçûk û dîsa 2 maşîneya teqemenî barkirî hat bidestxistin.

Di roja pêşî ya êrîşan de 6 hevreyên me yên ku bi lehengî û fedakariyek mezin şer kiribûn û di şikandina êrîşên çeteyan de rolek dîrokî lîstibûn gihiştibûn şehadetê û bi giştî jî 11 hevalên me birîndar bûn.