DAIŞ’ê çeteyên xwestin birevin înfaz kirin
Li Minbicê di nava komên DAIŞ’ê de teqînek pêk hat, di encamê de 3 çete hatin kuştin, li aliyê din jî DAIŞ’ê 6 çeteyên di nav xwe de yên xwestin ji Minbicê birevin kuştin.
Li Minbicê di nava komên DAIŞ’ê de teqînek pêk hat, di encamê de 3 çete hatin kuştin, li aliyê din jî DAIŞ’ê 6 çeteyên di nav xwe de yên xwestin ji Minbicê birevin kuştin.
Li Minbicê di nava Komên DAIŞ’ê de teqînek pêk hat, di encamê de 3 çete hatin kuştin, li aliyê din jî DAIŞ’ê 6 çeteyên di nav xwe de yên xwestin ji Minbicê birevin kuştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergertin, îro derdora saet di 16.50’an de li gundê Merûsa yê başûrê Minbicê di navendeke komên çete yên DAIŞ’ê teqiya pêk hat. Hate gotin ku di encama teqînê de 3 çete hatin kuştin. Heta niha sedema teqînê nehatiye zanîn, lê hate gotin, lê tê gotin ku teqemeniyên çeteyan di wan de teqiyaye.
Li aliyê din jî çavkaniyên ji bajaroka Cerablusê ji nûçegihanên ANHA’yê re diyar kirin ku komên çete yên DAIŞ’ê 6 endamên komên çete yên biyanî xwestin ji Minbicê birevin û berê xwe dan sînorê Bakurê Kurdistanê. Hate gotin ku komên çete çeteyên behsa mijarê girtin û wan îro li meydana bajaroka Cerablus kuştin.