Li Rotterdamê 'Şehîdên meha Cotmehê' hatin bîranîn

Li bajarê Hollanda Rotterdamê, 'Şehîdên meha Gulanê' di şexsê Denîz Adlim de hatin bîranîn.

Li bajarê Hollanda Rotterdamê, 'Şehîdên meha Gulanê' di şexsê Denîz Adlim de hatin bîranîn.

Bîranîna ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan ve hat organîzekirin, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Rotterdamê pêk hat. Beriya bîranînê, ji malbatan re taştê hat dayîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan destpê kir. Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser rola malbatên şehîdan a di pêvajoyê de. Hat ragihandin ku divê çalakiyên edaletê yên roja Çarşemê ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd tên lidarxistin, bi xurttî pêk werin û hat gotin, "Ji bo bicihanîna sozên ji şehîdan re hatine dayîn, em têkoşîna xwe mezin bikin."