YPG: Li Helebê, komên ser bi îstîxbarata Tirk agirbest xera kirin
Fermandariya YPG'ê ya Helebê diyar kir ku peymana sekinandina şer a bi Eniya Şamê re, ji aliyê komên bi El Nûsra re tevdigerin ve hatiye xerakirin.
Fermandariya YPG'ê ya Helebê diyar kir ku peymana sekinandina şer a bi Eniya Şamê re, ji aliyê komên bi El Nûsra re tevdigerin ve hatiye xerakirin.
Fermandariya YPG'ê ya Helebê diyar kir ku peymana sekinandina şer a bi Eniya Şamê re, ji aliyê komên bi El Nûsra re tevdigerin ve hatiye xerakirin.
Têkildarî mijarê de Fermandariya YPG’ê ya Helebê Helebê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li hemû aliyên şoreşger ên di nava artêşa Azad de hat kirin ku berpirsiyariya xwe pêk bînin û sînorekî ji kiryarên çeteyên El-Nûsra û hevalbendên wê re deynin.
Daxuyaniya Fermandariya YPG’ê ya Şêxmeqsûd a Heleb wiha ye: "Em îro bi armanca çareserkirina aloziya di navbera hêzên YPG’ê û hin komên çekdar bi birayên xwe yên Cehbet El-Şamiye re civiyan. Me li ser hin xalan li hev kir, ji xalên sereke yên me li ser li hev kir. Saet di 06.00’an agirbest ket meriyetê, lê komên çete yên El-Nûsra, Ehrar El-Şam û koma Sûltan Mûrad agir best binpê kirin û piştî 10 deqeyan ji agirbestê dest bi topbarana taxê kirin. Topbaran bi awayekî bê ser û ber ji 4 aliyan pêk dihat. Ji aliyê Mesakin Kestêlo, Kargehên Şeqîf, Çerxeriya Cendûl û Eyîn El-Tîn top dihatin taxa Şêxmeqûsûd.
Hêzên YPG’ê jî bersiva cihên topa lê dihatin da. Em bi çareseriya aştiyane re bûn, lê komên din û El-Nûsra, Ehrar El-Şam û Sûltan Mûrad ên girêdayî istxbaratên Tirkiyê agirbest binpê kirin. Em ji biryarên xwe yên tabûrên leşkerî yên Helebê re careke din tekez dikin ku em ti mirovên sivîl hedef nagirin. Cehbet El-Nûsra li ser rêya Avahiya Polîsan sivîlan hedef digirin, wan li ser rêya Kastêlo bi qenasan sivîlan hedef girtin, her wiha tevliheviyê di navbera YPG’ê û tabûrên din ên Artêşa Azad de derdixîn in."
Fermandariya YPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû komên çekdar ên Artêşa Sûriya ya Azad kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin û sînorekî ji kiryarên El-Nûsra û alîgirên wan re deynin.