Li Qamişlo teqîn
Li benzînxaneya di herêma ewlekariyê ya hêzên rejîmê ya li bajarê Qamişlo de teqînekê rû da.
Li benzînxaneya di herêma ewlekariyê ya hêzên rejîmê ya li bajarê Qamişlo de teqînekê rû da.
Li benzînxaneya di herêma ewlekariyê ya hêzên rejîmê ya li bajarê Qamişlo de teqînekê rû da.
Îro saet di 19.40’an de li benzînxaneya hêzên rejîma Sûriyeyê ya li herêma ewlekariyê ya li bajarê Qamişlo teqînekê rû da. Ji ber ku hêzên rejîmê cihê teqînê dorpêç kirine û nehiştin kes nêzî cihê teqînê bibe agahiyên zelal nehatin bidestxistin û sedema teqînê nehat zanîn. Çavkaniyên ku ne xwestin nasnameya xwe diyar bikin ji ANHA’yê re gotin ku di encama teqînê de kuştî û birîndarên hêzên rejîmê çêbûne, lê der barê hejmarê de ti agahî nehat zanîn.