Polîsên Tirk li Kayapinarê bombeyên gazê û guleyên plastîk bi kar tînin

Polîsên Tirk li Taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinar a Amedê tevî ku ti bûyer jî nînin, rasterast bombeyên gazê û guleyên plastîk diavêjin derdorê.

Polîsên Tirk li Taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinar a Amedê tevî ku ti bûyer jî nînin, rasterast bombeyên gazê û guleyên plastîk diavêjin derdorê.

Polîsên tîmên taybet li Taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinar a Amedê piştî ku Rezan Kaya yê 20 salî qetil kirin, îro jî bi wesayîtên zirxî bombeyên gazê û guleyên plastîk diavêjin derdorê. Tevî ku ti bûyer jî nînin ku polîsên Tirk êrîş dikin, ji ber bombeyên gazê esnaf bandor bûn û neçar man dikanên xwe bigirin.