Atalan: Kampa AFAD a li Nisêbînê veguheriye biryargeha leşkerî

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, kampa AFAD a Êzidî tê de dimînin, veguheriye biryargeheke şer a leşkerî.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, kampa AFAD a Êzidî tê de dimînin, veguheriye biryargeheke şer a leşkerî.

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Alî Atalan ê piştî ziyareta herêmê ji ANF’ê re axivî got: “Ez bi xwe jî bûm şahid. Bi dehan wesayîtên zirxî, akrep û otobusên ku yekîneyên tevgera taybet tê de ketine kampê û derketine.”

Atalan diyar kir ku kesên li kampê dijîn agahî danê û fikarên xwe anîne ziman. Atalan destnîşan kir ku bi Komîsertiya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî re bi telefonê axiviye, bûyer ragihandine û şiyar kiriye ku ev rewş nayê qebûlkirin. Li gor hevpeymanê, divê kampên penaberan ji bo xizmetên leşkerî û şer neyên bikaranîn. Atalan, bi bîr xist ku kamp di demê şer û krîzan de teqez divê ji qadên şer dûr bêne girtin, lê kampa AFAD’ê ya Nisêbînê kiryarên berevajî pêk tînin. Atalan wiha axivî: “Li vir rewşeke berevajî heye. Kampeke Êzidiyan ku li hember gelê xwe weke qadeke şer û leşkerî bê bikaranîn, karesateke.”

...