Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM), der barê êrîşa li hemberî Buroya Hilbijartinê ya HDP'ê ya Berlînê û êrîşên demên dawî yên li dijî Kurdên li Ewropayê dijîn de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hat ragihandin, ku AKP a nekarî xwe li encamên hilbijartinê û serketina HDP'ê rabigire, şer daye destpêkirin û hat gotin, "Xeyaletên serokatiyê yên Erdogan ê dîktator, pûç bûn. Ji ber vê yekê, li dijî gelê Kurd û demokratên Tirkiyeyî şerê qirêj da destpêkirin. Niha jî hewl dide vî şerê xwe li Ewropayê jî bimeşîne.
Bi fermana dîktatorê qesrê re, bi bikaranîna rêxistinbûyînên dûvikê AKP'ê û Erdogan re, hewl tê dayîn tol ji gelê me hilanîn û çav bê tirsandin.
'ÊRÎŞ JI NAVENDEKÊ VE TÊ BIRÊVEBIRIN'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku êrîşên li Ewropayê ji aliyê saziya bi navê UETD ve tê birêvebirin û hat gotin, "Rêxistinbûyîna dûvik UETD a bi fermana Erdogan ê dîktator ve hat avakirin, bi heman e li Elmanyayê êrîşî sazî û gelê me yê li Elmanyayê dike û van êrîşan bi rêxistin dike. Li Hannover, Koln, Berlîn, Hambûrg û Mannheîmê, êrîşên li hemberî saziyên me û têkoşîna gelê Kurd, ji aliyê gelê me û dostên me ve hatin pûçkirin. Heman rêxistina dûvik roja Şemiyê xwest, li Stûttgartê li pêşberî salona ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Bifrêz Selahattî Demîrtaş lê civîn lidar dixist, mîtîngê bike. Di encama hewldanên me de Şaredarê Stûttgartê û yekîneyên emniyetê ketin dewrê û serlêdana vê rêxistina dûvik ji neçarî hat betalkirin. Tetîkkêşên dîktator ên li Stûttgartê hatin pûçkirin. Lê belê duh ber destê sibehê saet di 4'an de buroya HDP'ê ya li Berlînê hat şewitandin. Li gorî me, fermana vê yekê jî ji heman cihî hatiye girtin."
NAV-DEM'ê da zanîn ku li gorî agahiyên gihaştine wan, UETD bi rêya mizgeftên diyanetê, li dijî gelê Kurd antî propagandayê dike, dijminatiya li Kurdan sor dike û saziyên me, kargehên me û mirovên me hedef nîşan dide.
NAV-DEM'ê bang li hemû saziyên pêwendîdar ên Elman kir ku bi wezîfeya xwe rabin û ji rêveber û gelê Kurd jî hat xwestin, ku xwe û saziyên xwe ji êrîşên faşîstan biparêzin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Bi eksî çeteyên DAIŞ'ê yên xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê, em weke pêkhateyên HDP'ê û aktîvîstên HDP'ê xebatên xwe derxînin asta herî bilind û bi serketineke nû ya HDP'ê re desthilatdariya AKP'ê û heramxwaran, têk bibin."