Li Farqînê hewldanên komkujiyê û berxwedana gel dewam dikin
Li navçeya Amed Farqînê, ji saet 06:30 û vir ve leşker bênavber topan diavêjin qadên sivîlan. Parlamentera HDP'ê Yîgîtalp da xuyakirin ku li navçeyê hewldanên komkujiyê û berxwedana gel dewam dikin.
ANF
AMED
duşem, 5 kewçêrê 2015, 13:28
Li navçeya Amed Farqînê, qedexeya derketina derve di roja 4. de ye. Êrîşên li hemberî gel didomin. Tankên ku ketine navenda navçeyê, topan diavêjin cihê sivîlan.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp a ji êrîşên li hemberî gel ên li Farqînê re şahidiyê dike, rewşa li navçeyê ji ANF'ê re vegot.
TOPBARAN, TEQÎN, BINÇAVKIRIN Û ŞÎDET
Yîgîtalp got, "Îro saet di 06:30 de, bi top li cihên sivîlan ên li Taxa Tekelê hatin barandin. Li Taxa Kale jî teqîneke mezin rû da. Dûre dengê çekan hat. Ji duh û vir ve li hemû malên ku polîs xwe digihînin wan, mirov tên binçavkirin. Agahî ji me re hat ku li maleke li Taxa Kaleyê 6 zarok asê mane. Dê û bavê van zarokan bi lêdanê hatine binçavkirin. Ji me re hat ragihandin ku bi qundaxa çekê li van zarokan hatiye dayîn. Bi tenê navê 14 ji binçavkiriyên îro gihaştin ber destê me. Ji ber ku em nikarin bikevin nava taxan."
'BILA RAYA GIŞTÎ PÊŞÎ LI KOMKUJIYÊ BIGIRE'
Yîgîtalp got, "Li Farqînê provaya komkujiyeke mezin heye" û destnîşan kir ku eger raya giştî pêşî li vê komkujiyê negire, wê dîrok ji her kesî hesap bipirse.