Ciwanên YDGH’ê banga çepera berxwedanê kirin
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger li hember faşîzma AKP’ê bang li ciwanan kir ku di çepera berxwedanê de cih bigirin.
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger li hember faşîzma AKP’ê bang li ciwanan kir ku di çepera berxwedanê de cih bigirin.
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger li hember faşîzma AKP’ê bang li ciwanan kir ku di çepera berxwedanê de cih bigirin.
Tevgera Ciwanan a bal kişand ser îşkenceya li hember cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk û êrîşa li Farqînê ya li hember rojnamevanan, diyar kir ku li hember êrîşên mijara gotinê wê heta dawiyê li ber xwe bidin.
YDGH’ê ciwanên bi navê Hacî Lokman Bîlîr û yê bi navê Lokman ên li Şirnexê hatin qetilkirin bi bîr anî, di serî de li Nisêbîn, Farqîn, Bismil, Şirnex û Cizîrê berxwedana li hemû herêmên Kurdistanê bi bîr anî.
‘YÊ LI BER XWE DIDE GELÊ ME CIWANÊN KURD IN’
Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger wiha didome:
"Di vê pêvajoyê de rewşeke hêzên tarî yên AKP û çapemeniya şerê taybet bi awayekî berevajî nûçeyan radigihînin heye. Di serî de li Farqîn, Nisêbîn, Bismil û Şirnexê hêzên dewletê yên her cure çekên artêşê, tank û topan, bombeyên mîsket bi kar tînin, li hember gelê me komkujiya fizikî bi kar tînin, nîşaneya terorîzmê bi gelê me yê li dijî komkujiyan li ber xwe dide vedikin. Li deverên ku gelê me li ber xwe dide mîna hêzeke ku ji cihekî tê heye, nîşan didin. Ev agahiyeke derew e û ti eleqeya wê bi rastiyan re nîne. Yên li ber xwe didin gelê me û ciwanên Kurd in. Lewma berxwedana gelê me pir bi qîmet e û em bang dikin ku pêwîst e tevayî gelê Kurdistanê destekê bide vê berxwedanê û berxwedanê pêş bixe."
‘PÊWÎST E XWEPARASTIN BIHÊZ BIBE’
YDGH’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hovîtiya li hember cenazeyê Haci Lokman Bîlîr ê li Şirnexê û got: “Di vê pêvajoya ku her cure bêhiqûqî û kiryarên derveyî mirovatiyê pêk tên, gelê me ji bo nirxên xwe biparêze pêwîst e xwe rêxistin bike, hêzên xwe yên xweparastinê ava bike û xurt bike. Ev hem heq û hem jî wezîfeyeke."
Tevgera ciwanan got ku wê heta dawiyê li hember êrîşan li ber xwe bidin, eger pêwîst bike wê canê xwe jî bidin û bang li ciwanan kir ku di çeperê berxwedanê de cih bigirin û wiha dewam kir:
"Li hemberî faşîzma AKP’ê em diyar dikin ku pêwîst e hemû beşên gelê me li ser navê berxwedanê li derdora hêzên me yên xweparastinê yên xwe rêxistin kirine bibin xelek, berxwedanê pêş bixin. Li ser vî esasî ji bo mêtinkariya faşîst û qetlîamker ji Kurdistanê bê avêtin, di serî de ciwanên Kurd tevayî ciwanên şoreşger û sosyalîst beşên gel ên demokratîk tevlî çepera berxwedanê ya pêl bi pêl berfireh dibe bibin."