"Platforma têkoşînê ya ji bo jinên bi zorê hatine ragirtin" di encamnameya komxebata "Di şer û pevçûnê de zayenda civakî û şîdetê" de hate gotin ku qetlîama li dijî Êzidiyan wekî jenosîd bê qebûlkirin û rêxistin û dewletên ku rola wan di vê jenosîdê de hene ji bo li Dadgeha Cezaya Navneteweyî de bên darizandin dê li Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de bikevin nava hewldanan. Di encamnameyê de hate gotin ku piraniya wan Êzidî di navbera 4-7 hezaran de jin û zarok hê jî di destên DAIŞ'ê de ne û hate xwestin ku 25'ê Mijdarê Hefteya Têkoşîna li dijî Şîdeta li Hemberî Jinan ji bo diyarî jinên di destên DAIŞ'ê de ne bê kirin ji rêxistinên jinan ên neteweyî û navneteweyî hate kirin.
"Platforma têkoşînê ya ji bo jinên bi zorê hatine ragirtin" encamnameya komxebata "Di şer û pevçûnê de zayenda civakî û şîdetê" ya 2 rojan berdewam kir li Salona Civînê la Sumerparkê aşkera kir. Tirkiya encamnameyê parêzer Reyhan Yalçindag, kurdiya wê jî Hevseroka Federasyona Komeleyên Êzidiyan a berê Dr. Leyla Ferman xwend.
Tespîtên encamnameyê wiha hatin rêzkirin:
* Ji bo ku jin û zarokên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin bên rizgarkirin, divê xebateke dîplomatîk bi saziyên civakî yên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û jinan destpê bike; ji bo çalakiyan û pêkanîna rojev û nexşerêyên hevpar wê planên nû bên danîn.
* Ji bo fermana li hember Êzidiyan li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî jî wek 'jenosîd' bê qebûlkirin xebatên hiqûqî û dîplomatîk wê bên meşandin.
* Ji bo ku sazî, dewlet û failên hevpar ên vê fermanê ji aliyê Dadgeha Navneteweyî ve bên darizandin, biryar hatiye dayîn ku her cure belge û delîl bên komkirin. Paşê bi wan delîlan li Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî wê dozek bê vekirin.
* Ji bo danûstandin û têkoşîna hevpar pêş bikeve li welatên wek Qatar, Erebîstana Siûdî, Iraq û Yekîtiyên Emîriyên Ereb ku li wan deran jin û zarok ji aliyê DAIŞ'ê ve wek xulam û cariye tên firotin û welatên wek Tirkiyê yên ku dibin rêya derbaskirina wan jin û zarokan, bi saziyên jinan re wê pêwendî bên danîn. Her wiha ji bo teşhîrkirina van welatan, em ê çalakiyên cur bi cur pêk bînin. (Kampanyaya îmzeyan, rûniştin, meş, vîdeo, name û hwd..)
* Ji bo pêşxistina hişmendî û çalakiyên hevpar, platforma me biryar daye ku çapemeniya navneteweyî a navdar û xwedî bandor, bi her awayî bê bikaranîn û ev yek karekî gelek girîng e.
* Platforma me wê bi akademîsyen, hiqûqnas, hunermend, rojnamevan, û nivîskarên jinên navdar kampanyayan pêk bîne.
*Platforma me wê hemû xebatên xwe yên li Kurdistan û Ewropayê, bi hevkarî û piştgiriya saziyên jinên Êzidî pêk bîne û ev yek ji bo platforma me prensîbek e.
* Armanceke me jî ev e ku jinên ji destê DAIŞ'ê rizgar bûne, bi awayekî hêsan tevlî civaka xwe bibin û vegerin jiyana xwe ya asayî. Ji bo vê jî wê platforma me hevdîtinan bi mezin û rûspiyên cemaeta Êzidî û saziyên jinan pêk bîne û ji bo xebatên rehabîlîtasyon û entegrasyona jinan wê piştgirî û hevkariyê ji wan bixwaze.
* Ji bo jinên ku rastî êrîşa DAIŞ’ê hatine li Amedê wê 'Navenda Rehabîlîtasyon û Xurtkirinê' bilez bê avakirin.
Di encamnameyê de herî dawî hate xwestin ku "Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li ser Jinê" ku 25’ê Mijdarê ye, li ser navê jinên dîlgirtî yên Êzidî bê îlankirin.