Sari yê YPG'yî û Taş ê HPG'yî hatin bîranîn
Şervanê YPG'ê Servet Sari û gerîlayê HPG'ê Suwar Onûr Taş, li bajarê Hîldesheîmê hatin bîranîn.
Şervanê YPG'ê Servet Sari û gerîlayê HPG'ê Suwar Onûr Taş, li bajarê Hîldesheîmê hatin bîranîn.
Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê, ji bo şervanê YPG'ê Servet Sari (Tolhildan Zagros) û gerîlayê HPG'ê Suwar Onûr Taş (Serhed Ronî) merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Merasîma bîranînê li avahiya Navend Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de li ser navê PYD'ê Azad Hemdoş mafê axaftinê kir û got, "Li Rojhilata Navîn, ji ber ku bi berdêlên giran em bûne hêzeke girîng, hêzên navneteweyî neçar mane me dibînin."
'EM DEYNDARÊ ŞEHÎDÊN XWE NE'
Li ser navê KOMAW'ê Cemîl Gultekîn peyivî û got, "Şehîd Mehmed Xeyrî Dûrmûş, dema canê xwe ji bo gelan feda kir got, 'Li ser kevirê gora min binivîsînin, ku bi deyndariya gelê xwe çû'. Em jî deyndarê van şehîdan e."
Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.
Şervanê YPG'ê Servet Sari di sala 2014'an de li Kobanê, gerîlayê HPG'ê Suwar Onûr Taş jî di êrîşa li hemberî Şehîdgeha li Gimgimê de jiyana xwe ji dest dabû.