Li Zaandamê ji bo HDP'ê şeva piştgiriyê
Li bajarê Hollanda Zaandamê, ji bo HDP'ê şeveke piştgiriyê hat lidarxistin.
Li bajarê Hollanda Zaandamê, ji bo HDP'ê şeveke piştgiriyê hat lidarxistin.
Şev ji aliyê FED-KOM û DÎDF'ê ve hat organîzekirin û bi dehan kes beşdar bûn. Şeva li salona Wijkcentrûmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê û şoreşê destpê kir. Piştî rêzgirtinê nûnerên FED-KOM û DÎDF'ê axivîn.
'DI 1'Ê MIJDARÊ DE EM Ê PÊŞÎ LI DÎKTATORIYA ERDOGAN BIGIRIN'
Di axaftinan de hat ragihandin ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi qasî yên 7'ê Hezîranê girîng in û hat gotin, "Dibe ku pirsgirêka me ya bendê nîne, lê belê îdîayeke me ya mezin heye. Eger em di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de xwe bigihînin rêjeya ji sedî 17'an, ev yek tê wateya 110 parlamenteran. Hingî wê li pêşiya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û hatina aştiyê, ti astengî nemîne. Avakirina destûreke bingehîn a demokratîk û pêkanîna aştiyeke mayînde, bi van hilbijartinan ve girêdayî ye. Qet nebe, gelên bindest wê dîktatorekî mîna Erdogan bisînor kiribin."
Di şevê de Ozan Elind, Sewuse, Nadîa Visser derketin ser dikê.
ÇALAKÎ DEWAM DIKIN
Ji bo destekkirina HDP'ê çalakî li bajar û navçeyên derdora Amsterdamê dewam dikin. Di çalakiya 11'ê Cotmehê de wê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Altan Tan jî amade be. Di 11 û 18'ê Cotmehê de wê li navçeya Beverwijk û bajarê Ûtrechtê, çalakî bên lidarxistin û banga tevlîbûnê li gel hat kirin.