Li Farqînê terora dewletê û berxwedana gel didome

Li Farqînê terora dewletê û berxwedana gel didome. Sekvan guleyan li ser gelê dixwaze zarokê bi destê hêzên dewletê hatiye birîndarkirin rake dibarîne.

Li Farqînê terora dewletê û berxwedana gel didome. Sekvan guleyan li ser gelê dixwaze zarokê bi destê hêzên dewletê hatiye birîndarkirin rake dibarîne.

Li Farqînê terora dewletê û berxwedana gel didome. Sekvan guleyan li ser gelê dixwaze zarokê bi destê hêzên dewletê hatiye birîndarkirin rake dibarîne. Wekîla Hevşaredara Farqînê ji Qeymeqam ev bersiv stand: “Me dest bi operasyona paqijkirinê kiriye.”

Wekîla Hevşaredara Farqînê Zûhal Tekîner got bi qedexekirina kolanan, li taxan êrîşên tank û panzeran jî destpê kirine. Tekîner ragihan ku ji bo hewldanên komkujiyê bên astengkirin bi Qeymeqam re hevdîtin kirine, di hevdîtinê de Qeymeqam bersiva “Me dest bi operasyona paqijiyê kiriye” da. Her wiha Tekîner destnîşan kir ku li herêma ew lê ye, 2 birîndar jî hene; zarokekî 12 salî ji lingê xwe birîndar bûye, ambûlans hatin cihê bûyerê û xwestine zarokê birîndarbûyî rakin, lê ji sekvanan re bûne hedef, ji ber vê jî nikarin zarokê birîndarbûyî rakin nexweşxaneyê.

'DERIYÊ KOMKUJIYÊ VEKIRIN!'

Tekîner ev gotin: “ Ji duh ve bi hezaran tîmên taybet bi panzeran dixwazin ji Taxa Mescît bikevin Taxa Telekê. Her çar aliyê taxê dane ber topên hawana û çêkên giran. Demek berî niha, agahî gihişt destê me ku 2 kesên din jî birîndar bûne. Bariş Çakiş zarokekî 12 salî ye û ji lingê xwe birîndar bûye. Ambûlans hatiye cihê bûyerê, lê zarokê birîndar hê jî li erdê ye. Kesên xwestine zarokê birîndarbûyî rakin jî bûn hedefa sekvanan, em bi Qeymeqamê Farqînê re rewşa heyî axivîn, bersiva da me jî “Me operasyona paqijiyê daye destpêkirin” bû. Deriyê komkujiyê vekirine û niha bi hezaran însan bi şîdeta tîmên taybet rû bi rû ne. Ev nîşaneya xerakirin û komkujiyeke mezin e. Detayên êrîşên 2 rojan wê rojên pêş de bi zelalî werin pêşiya me. Tiştê ku me tespît kiriye, 2 kes qetil kirine. Lê tê gotin ku 4 kes hatine qetilkirin. Tê gotin ku hejmara birîndaran 20 kes derbas kiriye.”