Malbatan hesap ji dewletê xwestin, banga agirbesta dualî kirin
Li Amed, Êlih û Geverê ÎHD û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê ya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin li qadan bûn.
Li Amed, Êlih û Geverê ÎHD û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê ya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin li qadan bûn.
Li Amed, Êlih û Geverê ÎHD û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê ya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin de diyar kirin ku ew di pêvoya ku aqûbeta windayên salên 90'an dipirsin de binpêkirinên mafan ên nû diqewimin. Xizmên windayan li dijî bombebaran û xirakirina gorên PKK'iyan jî nerazîbûna xwe bi gotina "Feraseta ku bi tankan êrîşî gorên gerîlayên PKK'ê dike feraseta DAIŞ'ê ye. Vî ferasetê demên bihurî jî gorên Ermenî, Rûman jî xera kir" anîn ziman.
AMED
Çalakiya ku ÎHD û xizmên windayan bi slogana "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" her hefte li dar dixin cara 347'emîn li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê pêk hat. Endam û rêveberên ÎHD'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, ciwanên ku li teqîna Pirsûsê de birîndar bûn, xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de çîroka Îsa Soysal ê di 1988'an de Bozalan a navçeya Sîlopiya Şirnexê ji aliyê kesên sivîl ve hate binçavkirin û piştre hate windakirin hate pirsîn.
Beriya ku çîroka windakirina Sosyal bê parvekirin Serokê ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û ji bo mirin bi dawî bibe banga agirbesta qewimkirî li herdualiyan kir û xwest tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
Ji ÎHD'a Amedê Nîgar Kocaman piştre axivî û çîroka Îsa Soysal ê di 1988'an de Bozalan a navçeya Sîlopiya Şirnexê ji aliyê kesên sivîl ve hate binçavkirin û piştre hate windakirin vegot. Kocaman ev tişt anî ziman: "Îsa Soysal ê bavê 3 zarokan bû ji aliyê kesên sivîl ku hatin mala wî ya li mezraya Karox a bi ser gundê Bozalan a Sîlopiyê di 1988'an de hate birin û piştre jê agahî nehat wergirtin. Sosyal bi çandinî û sewalkariyê ve mijul dibû û berê qet nehatibû binçavkirin. Du kesên sivîl ên ku hatin malê gotina 'karê me bi te re heye em ê biçin Amedê' bi kar anine û Soysal ji gund birine. Ji wê rojê heta niha malbatê jê agahî negirtiye û malbat 10 rojan li benda wî maye piştre jî çûne Fermandariya Cendirmeyan a Cizîrê û aqûbeta Îsa pirsînê lê bersiva neyînî girtine. Di berî de birayê wî û malbat çûne qerepoy, nexweşxane û girtîgehan aqûbeta Soysal pirsînê. Li ser îxbarên hatine malbata Soysal çûne Iraqê li nexweşxane û girtîgehan jî pirsa wî kirine lê tu encam negirtine.
MALBAT JI BER KU TIRSIYAYE NEKARIYE SERLÊDANAN BIKE
Kocaman da zanîn ku ji ber pêkûtiyên li ser malbatê û gund di 1994'an de gund hatiye valakirin û malbat jî ji ber ku tirsiyaye heta 2009'an nekariye serlêdana suc bike. Kocaman da zanîn ku piştî ku di 2008'an de rojnamger Faruk Aslan pirtûka xwe ya bi navê "Qutiya reş: Navê tarî yê Ergenekonê Tuncay Guney" nivîsandiye û di wirde îfadeyên wekî gelek kesên ku di salên 90'an de hatin qetilkirin li Tesîsên Leşkerî yên Botaş a Sîlopiyê ne cih girtiye wan jî serî li Baroya Şirnexê, Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyê dane û gilî kirine, xwestine li van deran erd bên kolandin.
Kocaman destnîşan kir ku birayê Soysal, Musa Soysal jî ji bo ku bibe mudaxîlê doza ku ji aliyê 57 kesan ve ji bo qetilkirina 54 kesan hatiye vekirin, serlêdan kiriye û wiha got: "Di adara 2009'an de di kolandinên li Tesîsên Botaşê hatine kirin de hin parçeyên cil û hestî hatin dîtin. Di rapora ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve hate amadekirin de tê gotin ku hemû hestî aydî sewalan in lê ji bo parçeyên cilan ên lêkolîna DNA'yê jî bersiv nehatiye dayîn."
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Li Êlihê jî xizmên windayan û ÎHD bi slogana "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" cara 347'emîn li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li cedaya Gulistanê pêk hat. Dİ çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û rêveberê ÎHD'ê Yahya Polat axivî. Polan destnîşan kir ku dema ku ew pirsa windayên salên 90'an dikin binpêkirinên nû diqewimin. Polat da zanîn ku kedkarên çapemeniyê ku ji bo mafê agahdarkirina gel bi cih tînin û parazvanên mafên mirovan jî di hedefa îxtidarê de ne û li dijî operasyon û binçavkirinan nerazîbûn nîşan da.
'VÊ FERASETÊ DEMÊN BIHURÎ JÎ GORÊN ERMENÎ Û RÛMAN XERA KIRIBÛ'
Polat got ku di demên dawî de demokrasî ketiye bin erdkirin û pêkanînên dema darbeyan tên jiyîn û wiha axivî: "Zirok tên kuştin. Gund û bajar tên bombebarankirin. Înfazên bêdaraz, xwîn û hovîtiyê mirovên me bêzar kiriye. Feraseta ku bi tankan êrîşî gorên gerîlayên PKK'ê dike feraseta DAIŞ'ê ye. Vî ferasetê demên bihurî jî gorên Ermenî, Rûman jî xera kir."
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê ÎHD'ê û xizmên windayan li Kolanan Hunerê çalakiya xwe ya hefteya 78'an li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û hatin windakirin hilgirtin. Di çalakiya hefteyî de aqubeta Abdulkerîm Yurtseven ê ku di 4'ê cotmeha 1995'an de li gundê Alyava di serdagirtina leşkeran de hat hatin binçavkirin û pişt re hatin qetilkirin hat pirsîn.
Piştî rêzgirtinê Dîlan Yurtseven çîroka bapîrê xwe wiha vegot: "Sedema me ya em li vir weke dayîkên şemiyê lêgerînek e. Di operasyona li gund li dar xistin de leşkerên di bin fermandariya Mehmet Emîn Yurdakul de hemû gelê gund komî navenda gund kir û ji îşkenceyan re derbas kir. Pişt re zilamên gund birin ber çem. Hemû zilam heya êvarî ji îşkenceyê re derbas kirin. Êvarî piştî operasyon ji gund derket kesên li gund ji bo xizmên xwe bînin çûn ber çem. Lê di nav kesên li wir de bapîrê min Abdulkerîm Yurtseven, Munîr Saritaş û Mugdat Ozeken de tunebûn."
'2 KES LI POLÎGONÊ HATIN GULEBARANKIRIN Û BAPÎRÊ MIN QETIL KIRIN Û AVÊTIN ÇALÊ'
Yurtseven anî ziman ku piştî bûyerê tu agahî ji bapîr û kesên bi wî re hatin binçavkirin nehatin girtin û wiha axivî: "Leşkerê bi navê Erhan ê ku tê firkirîn posteyê Mehmet Emîn Yurdakul bû 7 sal piştî bûyerê li Girtîgeha Bayrampaşa bi bavê min re hevdîtin kir. Got, bapîrê min Abdulkerîm Yurtseven li taburê jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên din jî ji bo serbest bên berdan mehek şunda civîn li dar xistin. Lê Mehmet Emîn Yurdakul got, 'Heke em van her 2 kesan serbest berdan dê bê zanîn ku me Abdulkerîm Yurtseven qetil kiriye.' Erhan dê cihê cenaze jî nîşan diba lê piştî bûyer di çapemeniyê de derket dest ji vê yekê berda." Yurtseven got ku leşkerê bi navê Erhan bûyerê dizane û îtîrafên wî wiha vegotin: "Berê li cem taburê çalake hat kolandin. Her 2 kesên sax birin polîgonê û li wir gulebaran kirin. Pişt re Abdulkerîm Yurtseven ê mirî anîn û avêtin çalak hatî kolandin. Di çalakê xwestin cenaze bişewitînin lê piştî cenaze neşewitî çal girtin. Hefteye şunda cenaze ji bin axê derxistin. Cenaz kirin bîdonan de û birin derveyî bajarê."
Yurtseven da zanîn ku ew dixwazin gorekî bapîrê wan hebe û li ser duayan bixwînin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.