Hejmara binçavkiriyan li Îzmîrê zêde dibe

Li Îzmîrê hejmara kesên ku serê sibehê di serdegirtinan de hatin binçavkirin derket 9 kesan.

Li Îzmîrê hejmara kesên ku serê sibehê di serdegirtinan de hatin binçavkirin derket 9 kesan.

Li Îzmîrê serê sibehê polîsan li Gazîemîr, Bornova, Narlidere û Bayrakliyê di serdegirtinên bi ser 11 navnîşanan de hejmara kesên hatin binçavkirin derket 9'an. Di serdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û gelek pirtûk jî bi hinceta "materyalên rêxistinî ye" hatin desteserkirin.

Navên kesên ku hatin binçavkirin wiha ye: Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Devrîm Ayik û Ozlem Koyuncu, Jînda Koyuncu, Mehmet Şefîk Oztekîn, Cihan Aksoy, Îzzet Dîner, Halît Kutlu, Mehmet Yucel û Resul Sayan.

Kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan tên rawestandin.