Mamosteyên Efrînê ji bo azadiya Ocalan daxuyanî dan
Endamên Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Efrînê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê silav kirin.

Endamên Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Efrînê di çarçoveya pêngava rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku bi dirûşma, “Azadiya Rêber Ocalan misogeriya gelan e” û bi armanca silavkirina berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşandin.
Bi dehan mamoste û endamên perwerdeya civakî yên kantona Efrînê li ber Peymangeha Viyan Amara hatin cem hev û daxuyanî xwendin. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya peymengehê Rindê Mustefa ve hate xwendin.
Rindê Mustefa wiha got: “Em komploya navneteweyî ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve li dijî gelê Kurd û di serî de Rêber Apo şermezar dikin, em komplo bi tundî şermezar dikin. Em weke mamosteyên Komîteya Perwedeya Civakî yên kantona Efrînê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an pêk hat şermezar dikin. Em berxwedana ku Rêber Apo di girtîgeha Îmralî dimeşîne silav dikin.”
Mustefa bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em berxwedana jinên ciwan ên Bakurê Kurdistanê ya li dijî lîstikên dewleta Tirkiyeyê silav dikin.”