'Kurekî min çû, bi hezaran kurên min hene'
Ji bo kesên li Bismilê hatine qetilkirin û gerîla Şîmşek ê di pevçûna Elkê de jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hat dayîn. Piştî mewlûdê meşek girseyî pêk hat.
Ji bo kesên li Bismilê hatine qetilkirin û gerîla Şîmşek ê di pevçûna Elkê de jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hat dayîn. Piştî mewlûdê meşek girseyî pêk hat.
Ji bo kesên li Bismilê hatibûn qetilkirin û gerîla Şîmşek ê di pevçûna Elkê de jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hat dayîn. Piştî mewlûdê meşek girseyî pêk hat. Bavê Halîl Kûrtîş ê 27’ê Îlonê de hatibû qetilkirin got, “Bi hezaran kurên min hene, em dest ji têkoşînê bernadin.” û lanet li Erdogan barand.
27’ê Îlonê li navçeya Bismil a Amedê derketina kolanan hatibû qedexekirin, bi qedexeyê re polîsan êrîşî gel kirin û Elîf Şîmşek (8), Berat Guzel (12), Halîl Kûrtîş (19) û Agît Yildiz (22) qetil kirin. Ji bo wan û gerîlayê HPG’ê Ekrem Şîmşek (Gelhat Şevger) di pevçûna Elkê de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hat dayîn û piştî mewlûdê meşek girseyî pêk hat.
Hevşaredara Bismilê Cemîle Emînoglu, hevserokên HDP, DBP’ê yên navçeyê, rêveberên partiyê û nûnerên MEYA-DER’ê jî tê de bi hezaran kes li Mala Gel a Şentepe tevlî mewlûdê bûn.
BANGA PIŞTEVANIYÊ
Li taziyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mahsûm Korkmaz, 4 kesên ku ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin û posterên Şîmşekê HPG’yî hatibû daliqandin, dûa hatin kirin û mewlûd hate dayin.
Nûnerê MEYA-DER’ê yê Bismilê Suleyman Bakir bal kişand ser êrîşên polîsan ku li herêmê li hember gel û ciwanan hewl didin komkujiyê pêk bînin, banga piştevaniyê li gelê Kurd kir.
Girse piştî peyama sersaxiyê ya ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kandirayê hate xwendin, ber bi Taxa Altiok a Halîl Kûrtîş lê hat qetilkirin dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên kesên hatine qetilkirin hatin rakirin, dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Bismilê”, “Bijî Berxwedana Farqînê” û “Bijî Berxwedana Cizîrê” hatin gotin.
'AKP'E DIPERPITE'
Hevseroka DBP’ê ya Navçeya Bismilê Celîle Kaplan bang li her kesî kir ku li têkoşîna azadiyê xwedî derkevin û soza dilsoziya bi têkoşîna têkoşerên azadiyê da.
Hevseroka DBP’ê ya Navçeya Bismilê A. Sebet Bîçîm jî polîtîkayên komkujiyê yên AKP’ê weke “diperpite” nirxand.
BAVÊ KÛRTÎŞ: BI HEZARAN KURÊ MIN HENE!
Bav Mehdî Kûrtîş jî ev gotin: “Ev zilma tê kirin ez hewaleyî Xwedê dikin. Tiştê ku Erdogan pêk tîne di ti ol û baweriyan de tineye. Erdogan ne Misilman e. Ger Misilman bûna ev hovitiya li ser Kurdan rewa nedidît. Kurekî min çû, bi hezaran kurên min hene. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî em ji têkoşînê xwe venaqetin.”
Dayik Azîze Kûrtîş dema cihê ku zaroka wê hatiye qetilkirin maç kir, demên hêstiyar hatin jiyîn.