Yîgîtalp: Li Farqînê gel di bin gulebaranê de ye

Li Farqînê hêzên şerê taybet ên Qesrê, ketin taxan. Li taxan ji ber ketina parlamenteran tê astengkirin, agahî nayên girtin

Li Farqînê hêzên şerê taybet ên Qesrê, ketin taxan. Li taxan ji ber ketina parlamenteran tê astengkirin, agahî nayên girtin. Parlamenter Sîbel Yîgîtalp a li navçeyê ye got: “Ji taxan timî telefon tên. Gelê sivîl dibêje ku timî derdor û mal tên gulebarankirin. Li taxan çi dibe hê em nizanin."

Hêzên çekdar ên taybet ên Qesrê, ketin taxên navçeya Farqînê yên berxwedan didome.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp a li navçeyê ye got: “Niha polîsên tîmên taybet ketine 4 taxan. Barîkat û xendek derbas kirin û ketin taxan.”

Yîgîtalp a ji ber dorpêçê nikare bikeve taxan, got ku li avahiya şaredariyê ya li ser Cadeya Amedê ne. Yîgîtalp a bi rêya telefonê agahî da ANF’ê got: “Wesayîtên zirxî ji cadeyan bi kobrayan guleyan direşînin û derbas dibin. Hema li ber şaredariyê gulebaraneke dijwar dikin.”

Yîgîtalp anî ziman ku polîsan bi bombeyên gazê êrîş birin ser gelê li hember komkujiyan çalakiya dengderxistinê lidar dixin û heyata HDP’ê.

Yîgîtalp diyar kir ku ketina wan a taxan tê astengkirin û wiha dewam kir: “Ji taxan timî telefon tên. Gelê sivîl dibêje ku timî derdor û mal tên gulebarankirin. Li taxan çi dibe hê em nizanin."

Yîgîtalp destnîşan kir ku hêzên çekdar ên Qesrê, destpêkê di ketina taxan de gulebaraneke zêde kirin û wiha dewam kir: “Li Taxa Tekel a gelê sivîl jî lê ye, dengên topan û guleyan tên.”

Yîgîtalp destnîşan kir ku li gor agahiyên nehatine teyîtdikirin ji duh ve 3 kes hatine qetilkirin û got: "Tê gotin ku zêdetirî 20 birîndaran hene. Lê ev agahî hê nehatine teyîtkirin. Zarokekî 10 salî yê bi navê Bariş Çakici birîndar bû. Piştî hevdîtinên dirêj ên me kirin me şand Amedê.”