Bîrlîk ê polîsan qetil kir ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê di encama êrîşa polîsan de hate qetilkirin bi beşdariya deh hezaran kesan hate definkirin.
Cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê di encama êrîşa polîsan de hate qetilkirin bi beşdariya deh hezaran kesan hate definkirin.
Cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê di encama êrîşa polîsan de hate qetilkirin bi beşdariya deh hezaran kesan hate definkirin. Di merasîmê de birayê Bîrlîk, Mehmet Bîrlîk wiha got: "Asta êrîşan çi dibe bila be em ê ti caran serê xwe netewînin."
Li Taxa Dîcle ya Şirnexê cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk ê di encama êrîşa polîsan de hate qetilkirin bi beşdariya deh hezaran kesan li Şehîdgeha Şirnexê hate definkirin. Cenazeyê Bîrlîk piştî otopsiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate wergirtin û bi dirûşmên, "Şehîd namirin" "Qatil polîs wê hesab bide" birin wesayîta cenaze. Cenaze bi konvoyê ve anîn mizgefta taxa Dîcleyê û piştî wecîbeyên olî birin goristana bajar.
ESNAFAN DERABE GIRTIN Û TEVLÎ MEŞÊ BÛN
Di meşa ku jin bi tilîliyan meşiyan posterê Bîrlîk hate hilgirtin. Esnafan derabeyên dikanên xwe girtin û tevlî meşê bûn. Parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Faysal Sariyildiz, Aycan Îrmez û Hevşaredarên Şirnexê û gelek rêxistinên sivîl jî beşdarî merasîmê bûn.
Li goristanê piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYADER'ê Halît Gungen axivî û diyar kir ku êrîşên hêzên dewletê didome û bal kişand li ser berxwedana ku li dijî vê yekê berdewam dike. Gurgen got ku divê êdî hemû kes bi awayekî rêxistinkirî xwedî li kolan û bajarê xwe derkeve.
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî destnîşan kir ku ciwanên Botanê li ber xwe didin û ew bejna xwe li hemberî berxwedana ciwanan ditewîne. Sariyildiz got ku ev ciwan 40 sal in berdêl didin û îmha û dagirkeriyê qebûl nakin divê ev bê fêmkirin.
Rêveberê DBP'ê Hurşît Kulter jî got ku ji bo gelê Kurd ji bilî berxwedanê ti alternatîf tineye û ya dikeve li ser milê wan berxwedan e
Li ser navê malbatê jî birayê Bîrlîk, Mehmet Bîrlîk axivî û nirxandina "Em ê ji berdêldayînê paşve venegerin" kir. Bîrlîk ê ku gotina "Asta êrîşan çi dibe bila be em ê ti caran serê xwe netewînin" bi kar anî wiha axivî: "Heke em jî di meşa bi rûmet de cih bigirin em ê karibin xwedî li qehremanên xwe derkevin. Ji ber vê yekê jî ez bang li gelê Botanê dikim ku di têkoşînê de bi awayeke xurttir cihê xwe bigirin. Bila serê hemû gelê Kurd sax be."
Piştî axaftinan cenazeyê Bîrlîk hate definkirin.