Gerîlayan derbên giran li hêza operasyonê ya êrîşî şehîdgehan dikirin xistin
Gerîlayên HPG/YJA Star derbek giran li hêza operasyonê ya artêşa Tirk a êrîşî şehîdgehan dike xistin. Di çalakiya kul i Mêrdînê pêk hat, 11 leşker û 7 tîmên taybet hatin kuştin.
ANF
BEHDÎNAN
şemî, 3 kewçêrê 2015, 16:50
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku operasyona berfireh a artêşa Tirk 1’ê Cotmehê li hember herêma Bagokê da destpêkirin, heman şevê bi piştgiriya balafirên şer heta qadên Şehîd Merwan, Tepê Konferans, Sirtê Zura, Şehîd Norşîn, Germika, Girê Piştê, Çala Îso û Sirtê Sêderiya berfireh bûye.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de got: “Saet 08.40 li qadên qûntarê Sirtê û Tepê Şehîdan di navbera hêzên gerîlayên me û hêzên artêşa taybet a dewletê de pevçûneke demkurt rû daye. Saetên nîvro gerîlayên me li hember hêza operasyonê ji du baskan bi bombeyên destan ji mesafeyeke kurt çalakî lidar xistine. Li nêzî gundê Sêdarê di çalakiya li hember hêza koordînasyona operasyonê de 10 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûne. Her wiha di çalakiya li qûntarê Çala Îso jî leşkerek hatiye kuştin. Di encama çalakiyê de hevreyeke me ya jin a bi giranî birîndar bû gihişt şehadetê.
Di vê operasyonê de bi awayekî zelal 11 leşker hatine kuştin, 5 leşker jî birîndar bûne. Artêşa TC jî saet 13.10’an bi helîkopterên Kobra û Skorsky mirî û birîndarên xwe ji qada çalakiyê rakirine. Paşê helîkoterên kobra ev qad bi awayekî zêde bombe kirine.”
HPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“Baskên din ên operasyonê bi piştgiriya balafirên keşfê yên Heron û helîkopterên Kobra berê xwe dane şehîdgeha Şehîd Ayten û Şehîd Egîd Suruç. Artêşa TC ji çar baskan mizgeft, Muze, Kamelya û ketina şehîdgehê bi dînamîtan teqandiye. Hêza operasyona kontraya taybet a AKP’ê ku êrîşî berxwedana mertalên zindî ya gelê herêmê yê welatparêz kir, gelek kes jî binçav kiriye.
Yekîneyên kontra yên bi terzê DAIŞ êrîşî kevirên goran, dîwar, mizgeft û muzeyên şehîdan kirin, danê êvarî dema vedigeriyan, qereqolên Girê Hesin û Gurînê; eraziyeke berfireh bi obus û hawanan bi awayekî zêde bombe kirin. Di operasyona ku zêdetirî 1000 leşkeran beşdar bûn, 2’yê Cotmehê saet 17.00’an bi temamî vekişiyaye.”
HPG got, “2’yê Cotmehê bi armanca bersiva li hember şehîdgehên me, saet 14.30 li nêzî navçeya Mehsertê û Mêrdînê li hember konvoyeke leşkerî ya ji 10 wesayîtan hêzên me yên gerîla çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di çalakiya ku wesayîteke Akrep hedef hatiye girtin de, wesayît bi temamî îmha bûye û 7 tîmên taybet hatine kuştin. Medyaya şerê taybet her çiqasî hewl da vê çalakiyê berevajî bike jî detayên wê weke me aşkera kiriye. Piştî çalakiyê leşkerên di konvoyê de erazî rasterast gulebaran kirine. Paşê mirî û birîndar hatine rakirin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 29’ê Îlonê hêzên me yên gerîla li hember 2 stasyonên bazê yên Turkcell û Avea yên li gundê Çalê yê girêdayî navçeya Mehsertê ya Mêrdînê çalakiyek sabotajê li dar xistine. Her du stasyonên bazê hatine îmhakirin.
AGAHIYÊN NASNAMEYA GERÎLAYEKÊ
HPG’ê agahiyên nasnameya gerîlayeke jiyana xwe ji dest da aşkera kir: