BI DÎMEN

Li Farqînê êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê

Polîsan bi bombeyên gazê êrîş birin ser heyeta HDP û DBP’ê ya li navçeya Farqînê ji bo êrîşan di cih bibîne hatiye û hewl dide ji bo birîndar bên tedawîkirin ji taxan bên derxistin.

Polîsan bi bombeyên gazê êrîş birin ser heyeta HDP û DBP’ê ya li navçeya Farqînê ji bo êrîşan di cih bibîne hatiye û hewl dide ji bo birîndar bên tedawîkirin ji taxan bên derxistin.

Di êrîşê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek ji gazê bandor û rakirin nexweşxaneyê. Polîsan her wiha bi ava şid û bombeyên gazê êrîş birin ser, welatiyên ku ji bo agahiyê ji xizmên xwe yên li navçeyê ne bigirin dixwazin bikevin navçeyê.

Di êrîşê de ku welatî li eraziyê belav dibin, hat diyarkirin ku gelek rojnamevan jî ji gazê bandor bûne.

Di vê navberê de Hevserokê Giştî yê DBP, parlamenter Nursel Aydogan û Sîbel Yîgîtalp ên bi destûra taybet a qeymeqamtiyê ketin navçeyê ku daxwaz kirin birîndar ji navçeyê bên derxistin, ji aliyê Qeymeqamtiyê ve hat redkirin. Polîsan destûr neda gel bi heyetê re biaxive.