Şahidên dîroka di binê avê de hatiye hiştin: Extiyarên Xelfetiyê

Zerara Bendava Bêrecûkê li çand û dîrokê dike, ku navçeya Riha Xelfetiyê di binê avê de hiştiye, roj bi roj mezin dibe.

Extiyarên li Xelfetiya kevin a ku ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye emrê xwe derbas kirine, dibêjin ku bendav tevî cih û warên wan, jiyana wan jî tine kiriye.

Dîrok û jîngehên li Kurdistanê bi bendav û HES'an hatine tinekirin, vediguherin enqazeke dişibe dema piştî şer. Yek ji van jî Bendava Bêrecûkê ye ku beriya 15 salan li ser Çemê Firatê hat çêkirin. Vê bendavê, Xelfetî ya ji gelek şaristanî û bajarên dîrokî yên bi deh hezaran salî re malovanî kiriye, di binê avê de hişt. Extiyarên ku li vî bajarê qedîm ê ji Împaratoriya Asûr û Roma re bû paytext emrê xwe derbas kirin, vê bendavê weke 'karesateke mezin û şer' dibînin. Şêniyên herêmê, jiyana xwe ya berî û piştî bendavê nirxandin û destnîşan dikin ku wan zanîbûya jiyana li derveyî Xelfetiyê ewçend zor û zehmet e, ew ê ji malên xwe yên di binê avê de man, derneketibûna. Extiyarên ku bi hesreta Xelfetiya berê li qiraxa Çemê Firatê bîranînên xwe tînin ziman, jiyana xwe ya berî çêkirina bendê û piştî koçberkirina ji herêmê, ji ANF'ê re vegotin.

DÎROKA ME DI BINÊ AVÊ DE HIŞTIN

Şerîf Bîlgîn: Bi hiştina Xelfetiya berê di binê ava Bendava Bêrecûkê re, dîroka bi hezaran salan jî tine kirin. Gelek girik, cihên dîrokî û xirbeyên antîk ên ji dema Asûran û Roma man, ku hînê nehatibûn kifşkirin, di bin navê enerjiyê de tine kirin. Bi bendava di sala 2000'î de hat çêkirin re, tevîçanda hezaran salan, yên vê çandê bi rê ve dibin jî tine kirin. Xelfetiyên ku 14 salan li ber xwe dan, bajar, çand û dîroka xwe winda kirin. Em niha li şopa dîroka xwe ya di binê avê de maye digerin. Halbûkî eger me wê çaxê zanîbûna wê bi vî rengî bandorê li jiyana me bike, me yê ti carî destûr nedabûya. Ji civakeke ku hildiberand em veguherîn civakeke diçikîne.

EGER GULE REŞ JI BILÎ XELFETIYÊ NIKARE BIJÎ...

Halîl Unal: Dema Xelfetî di binê avê de hat hiştin, qaşo dihat gotin ku wê berdêla wê ya cemawerîkirinê bê dayîn. Lê belê, gelo berdêleke madî ya vê dîroka çandî pêkan e? Dibe ku niha gelek mirov pê nizanibin, lê belê li Xelfetiyê Ermenî, Kurd, Tirkmen, Ereb, Elewî em hemû bi hev re dijiyan. Mînak; li gundê serê Xelfetiyê Elewî dijiya, li gundê Amara yê li pêşberî wî Kurd dijiyan. Li temamiya Xelfetiyê avahiyên ji keviran hatibûn çêkirin û tê de keda hostayên Ermenî hebû. Extiyarên me dilsoziya xwe ya bi Xelfetiyê re, mîna ya gula reş dibîne. Çawa ku gula reş nikare li erdnîgariyeke din şîn bibe-bijî, dayikên me jî jiyana li derveyî Xelfetiyê red dikin.

YÊN EMRÊ WAN LI XELFETIYÊ DERBAS BÛYE, NIKARIN LI CIHEKÎ DIN BIJÎN

Muslum Ozal: Di sla 1950 de li Xelfetiyê ji dayik bûm û lê mezin bûm. Em êdî gelekî li Xelfetiya berê digerin. Berê Xelfetî bihuşt bû. Li qiraxa Çemê Firatê çandiniyeke berhemdar hebû. Gelek fêkî lê şîn dihat. Lê mixabin bendavê, jiyana me tine kir. Ji min re ji bihuştê bexçeyan çêbikin jî, wê têra ji bîrkirina Xelfetiyê neke. Extiyarên mîna min ên emrê wan li Xelfetiyê derbas bûye, niha tên qiraxa bendavê, behsa bîranînên xwe dikin û hewl didin dilê xwe xweş bikin. Bawer bikin; gelek mirovan zanîbûna jiyana li devereke din ewçend zehmet e, wê di malên xwe yên di binê avê de mane biman û bigota, mafên min ê jiyanê heta vê kêliyê ye.

Mûstafa Gungor: Bi darbeya leşkerî ya 1980'ê re neçar mam Xelfetiyê biterikînim. Lê belê dilê min her tim li Xelfetiyê bû. Berî 15 salan bi Bendava Bêrecûkê re dîroka me ya 10 hezaran salan bi carekê ve di binê avê de hiştin. Ew bexçeyên me yên bedew tine kirin, xaniyên me yên dîrokî di binê avê de hiştin. Yekemîn jîngeha cîhanê ya li qiraxa Çemê Firatê di binê avê de hiştin. Xwestin gelên li wir dijîn bê bîr bihêlin. Ez bi xwe 3 mehên her salê têm taxên qiraxê yên Xelfetiya berê ku ji binavbûnê rizgar bûne û li vir dimînim. Ya ku dilê min xweş dike, xaka ku ez lê çêbûme û mezin bûme ye. Naxwe, nikarim bijîm.

...