Li Şengalê li hember çeteyan çalakî

YBŞ’ê di 29-30’ê Îlonê de li Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê çalakî li dar xist.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê têkildarî çalakiyên li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de got: “29’ê Îlonê saet 09.00 yekîneyên me yên berxwedanê li hember çeteyên ku li Taxa Jêra Sûkê hatine dîtin çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Li vir çeteyek hat kuştin.

29’ê Îlonê saet 17.30 li hember çeteyên ku li navenda Şengal û Taxa Xeyr Nasir bi cih bûne balafirên koalîsyonê bomberdûmanek pêk anîne. Di vê bomberdûmanê de der barê windahiyên çeteyan de agahî nehatin wergirtin.

30’ê Îlonê sibehê saet di navbera 06.00 û 07.00’an de li hember du wesayîtên çeteyan ên li ser rêya Şengalê bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de her du wesayît jî hatine derbkirin, hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin.”