Cenazeyê Guzel ê 12 salî ji aliyê hezaran ve hat definkirin

Berat Guzel ê 12 salî yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li Bismilê di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.

Berat Guzel ê 12 salî yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li Bismilê di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.

Li navçeya Bismilê piştî hêzên dewletê bi awayekî fiîlî kolan li welatiyan qedexe kirin, polîsan di nava 3 rojan de 2 jê zarok 4 kes qetil kirin. 6 kes jî birîndar kir. Herî dawî zarokê 12 salî Beraat Guzel qetil kirin. Piştî cenazeyê Berat Guzel ji morgê hat girtin, malbatê cenaze wergirt û birin Bismile. Girseyê cenazeyê Guzel şandin Akpinarê û li vir tevî hemû astengiyên polîsan defin kirin. Di merasîma cenaze de endam û rêveberên HDP, DBP'ê Wekîlê HDP'ê Îdrîs Baluken, Sîbel Yîgîtalp, Feleknas Uca û Şaredarên Amedê Gultan Kişanak, hevşaredarên Bismilê Cemîle Emînoglu û bi hezaran welatî beşdarî merasîma cenaze bûn. Bi hezaran kesî cenazeyê Guzel li ser milan birin Goristana Akpinarê û bi dirûşmên, "Şehîd namirin", "PKK gel e, gel li vir e" û "Qatil AKP, Qatil Erdogan" berz kirin. Hezaran bi dirûşman cenazeyê Berat Guzel defin kirin. Bav Yilmaz Guzel, got: “Ev zarokê min ê Kurdistanê ye. Serê gelê Kurdistanê û Ocalan sax be.”

Hat diyarkirin ku piştî qedexeya kolanan bê rakirin wê taziye bê danîn.