Gel li 'Şehîdgeha Xerzanê” dest bi berxwedanê kir
“Şehîdgeha Xerzanê” ya ji duh şev ve bi balafirên şer û helîkopteran ve tê bombekirin û êrîşa danê sibehê bi tevlîbûna hezaran leşkeran pêk hat, hê didome.
“Şehîdgeha Xerzanê” ya ji duh şev ve bi balafirên şer û helîkopteran ve tê bombekirin û êrîşa danê sibehê bi tevlîbûna hezaran leşkeran pêk hat, hê didome.
"Şehîdgeh" saet 18.00'an cara duyemîn bi helîkopterên kobra hat bombekirin, mertalên zindî pêşiya maşîneyên kar ên ji bo xerakirina şehîdgehê diçûn girtin.
“Şehîdgeha Xerzan” a li gundê Olek û 10 kîlometreyan dûrî navenda Bedlîsê ye duh bi şev ji aliyê balafirên şer û helîkopteran ve ku hat bombekirin, êrîşa vê sibehê ya bi hezaran leşkeran destpê kir didome. Li herêma ku gelek wesayîtên leşkerî û bi hezaran leşker hatin sewqkirin, li hember êrîşan gel çalakiya mertalên zindî da destpêkirin. Tevayî rêyên diçin goristanê ku bi wesayîtên zirxî hatine girtin, li gundên nêzî derdorê jî ji hoparlorên mizgeftan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Saet 18.00’an “şehîdgeh” cara duyemîn bi helîkopteran hat gulebarankirin û bombekirin.
Wesayîtên kar ên Îdareya Taybet a Bajarê Bedlîsê ji bo “şehîdgehê” xera bikin ketin rê, lê parlamenterên HDP’ê yên Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali û Mizgîn Irgat, hevşaredarên DBP’yî jî di nav de welatiyan rêya wesayîtan girtin. Cilên leşkeran ku li ajokarên wesayîtan kiribûn, piştî rêya wan hate qutkirin vê carê bi wesayîtên zirxî re xwestin bên “şehîdgehê” xera bikin. Careke din mertalên zindî li devera kîlometreyek nêzî goristanê pêşiya wesayîtan girtin. Ji ber vê jî leşkerên ku xwe li girên bilind bi cih kirine mertalên zindî gulebaran kirin.
Li cihê şehîdgeh lê dûman bilind dibe, carina dengê çekan jî tê. Li hember operasyonên didomin, mertalên zindî çalakiya xwe berdewam dikin. Li herêmê hê jî xetên telefonan nakişînin.