Gerîlayê HPG’ê Ercîk ji aliyê deh hezaran ve hat defnkirin
Gerîlayê HPG’ê Bayram Ercîk (Cesûr Gever) li Geverê ji aliyê zêdetirî 10 hezar kesî ve ber bi bêdawîbûnê ve hat oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Bayram Ercîk (Cesûr Gever) li Geverê ji aliyê zêdetirî 10 hezar kesî ve ber bi bêdawîbûnê ve hat oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Bayram Ercîk (Cesûr Gever) ê 25’ê Îlonê li navçeya Elbakê bi 14 hevalên xwe re di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Gever a Şirnexê ji aliyê zêdetirî 10 hezar kesî ve ber bi rêwîtiya bêdawî ve hat oxirkirin. Cenaze ji Pira Şakîtan a 20 kîlometre dûrî navçeyê ye bi konvoyeke ji sedan wesayîtan hat wergirtin, li navçeyê ji aliyê hezaran ve hat pêşwazîkirin. Di nav girseyê de Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan û hevşaredarên ku der heqê wan de biryara girtinê hatiye dayîn jî hene, cenaze ji bo wecîbeyên olî bi meşê anîn Mizgefta H. M. Şerîf.
Di meşê de ku bênavber dirûşm hatin gotin. Posterên Rêberê Gelê Kurd, gerîlayê HPG’ê Ercîk û gerîlayên pêre jiyana xwe ji dest dabûn hatin hilgirtin. Bi pêşengiya meclîsên taxan, tevî kesên ji kolanan jî tevlî bûn, hejmara girseyê 10 hezar derbas kir. Piştî li mizgeftê wecîbeyên olî bi cih anîn, tabûta Ercîk li ser milan birin Şehîdgeha Ormanê. Piştî karên defnê, sirûda “Çerxa Şoreşê” hate gotin, rêz hate girtin û ji bo rêzê, gule hatin teqandin.
Di merasîmê de Zeydan axivî û bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên şer û bang kir ku li herêmên Weregoz û Kepîrê, zêdetirî 45 rojane çalakiya mertalên zindî didome û divê xwedîderketinek xurttir hebe. Zeydan diyar kir ku tenê armancek mertalên zindî heye, ev jî sekinandina şer e û wiha got: “Di rojên pêşiya me de ji bo zêdetir em karibin hêzê bidin dayikên xwe yên mertalên zindî, em ê biçin wan deran. Em tevkariyê li aştiyê bikin.”
Piştî axaftinan, gel ji goristanê veqetiya.