Li Serêkaniyê ji bo 8 sindoqan biryara veguhastinê
Li Serêkaniyê hezar û 920 hilbijêr neçarin li taxên cuda dengên xwe bikar bînin.
Li Serêkaniyê hezar û 920 hilbijêr neçarin li taxên cuda dengên xwe bikar bînin.
Hewldana ‘veguhastina sindoqan’ a hikûmeta AKP’ê ya ji bo di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de HDP’ê di bin bendê de bihêle didome.
Li navçeya Serêkaniyê ya Riha Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê biryara veguhastina 8 sindoqan da. Li gor biryara ku tê îdîakirin li ser daxwaza Şaredarê Serêkaniyê yê AKP’yî Menderes Atîlla û hêzên dewletê hatiye girtin wê sindoq bi vî awayî bên veguhastin:
SINDOQÊN TÊ PLANKIRIN BÊN VEGUHASTIN
"Sindoqa hejmar 1002 a li Taxa Alaca ya 138 hilbijêrên wê hene wê bibin Taxa Duzova,
Sindoqa hejmar 1003 a li Taxa Altin a 135 hilbijêrên wê hene wê bibin Taxa Yenîkoy,
Sindoqa hejmar 1008 a li Taxa Aşagi Karataş a 373 hilbijêrên wê hene wê bibin Taxa Yukari Karataş,
Sindoqa hejmar 1054 a li Taxa Ovali ya 288 hilbijêrên wê hene wê bibin Taxa Avcili,
Sindoqa hejmar 1093 a li Taxa Maden a 318 hilbijêrên wê hene wê bibin Taxa Aşagi Doruklu
Sindoqa hejmar 1108 a li Taxa Tekînler a 192 hilbijêrên wê hene wê bibin Taxa Yalçinkaya,
Sindoqa hejmar 1126 a li Taxa Yeşîltepe ya 239 hilbijêrên wê hene wê binin Taxa Han,
Sindoqa hejmar 1127 A li Taxa Yeşîltepe ya 237 hilbijêrên wê hene wê bibin Taxa Han.”