Ozgokçe: Xwerêveberî ne mijara hiqûqa ceza ye
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Wanê Ozgokçe diyar kir ku xwerêveberî tevlîbûna aktîf a li rêveberiya welêt e û destnîşan kir ku pêwendiya xwerêveberiyê bi krîterên siyasî yên Kopenhagenê heye.
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Wanê Ozgokçe diyar kir ku xwerêveberî tevlîbûna aktîf a li rêveberiya welêt e û destnîşan kir ku pêwendiya xwerêveberiyê bi krîterên siyasî yên Kopenhagenê heye.
Parêzer Bedîa Ozgokçe ya di lîsteya HDP'ê ya Wanê de ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê namzet hat nîşandan, xwerêveberiya di dema dawî de hat îlankirin nirxand û got, "Welatî, hebûn û rewabûna xwe ji dewletê wernagire. Berevajî, dewlet hebûn û rewabûna xwe ji dewletê digire."
Bedîa Ozgokçe hilbijartinên 1'ê Mijdarê, rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê û armanca HDP'ê ji ANF'ê re nirxand.
Ozgokçe bal kişand ser israra hikûmeta AKP'ê ya di şer de û got, "Tevî bangên 'Bi PKK'ê re li pêvajoya aştiyê vegerin, hêza zêde bi kar nînin' ên ji hundir û ji sazî û dewletên navneteweyî yên weke DYA, YE, NY û NATO'yê tên kirin, Erdogan û Davûtoglû bi israr van bangan red dike. Ji bo îro aştiyê naxwazin. Rewşa bêşer û maseyên aştiyê di roja îro de xizmetê ji berjewendiyên wan ên siyasî re nake. Li aliyekî em ên aştiyê dixwazin, li aliyê din jî desthilatdariya ku şer li ser civakê ferz dike. Di nava şert û mercên bi vî rengî de em hilbijartinên 1'ê Mijdarê pêk tînin."
'XWERÊVEBERÎ TEVLÎBÛNA AKTÎF A LI MEKANIZMAYÊN WERGIRTINA BIRYARÊ YE'
Ozgokçe der barê xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine Îlankirin de diyar kir ku xwerêveberî bi pênaseya herî vekirî re tê wateya; tevlîbûna aktîf a li mekanîzmayên wergirtina biryarê li erdnîgariya lê dijî.
Ozgokçe got, "Li erdnîgariya lê dijî, ne mirov bibin ên tên bi rê ve birin, di heman demê de bibin mirov bi xwe ye. Di mijarên ku şaş an jî kêm dibîne de, li şûna sekneke pasîf û qederî, tevlîbûna aktîf e. Xwerêveberî, di çarçoveya prensîba neguhertina sînoran de, bûyîna xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweyan e. Pênasekirina vî mafî ji aliyê Kurdan e."
Ozgokçe da zanîn ku piştî 1. Şerê Cîhanê, prensîba mafê diayrkirina çarenûsa xwe ya neteweyan hat qebûlkirin û anî ziman ku ku di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî ya piştî şerê cîhanê hat avakirin de, hem ev pîvan hem jî pîvanên weke prensîba neguhertina sînoran an jî hurmeta li sînoran, hatin qebûlkirin.
'XWERÊVEBERÎ TEVLÎBÛNA AKTÎF LI RÊVEBERIYÊ YE'
Ozgokçe ev nirxandin kir: "Li welatên rojhilatê Ewropayê ku ji aliyê emelî ve di rewşeke neyê rêvebirin de bû, rewşa îstîsmanî ya meşandin. Ji bilî vê, Neteweyên Yekbûyî (NY) bi kurtasî got; daxwaza guhertina sînor hebe, ez ê tevkariyeke pozîtîf nekim. Lê belê, biryarek bêyî guhertina sînoran li ser rê û rêveberiya xwe were wergirtin, ez ê ji aliyê prensîp ve destek bikim. Xwerêveberî ne mijara hiqûqa ceza ye. Mijareke krîmînal nîne. Xwerêveberî pêwendiya xwe bi tevlîbûna li rêveberiyê heye. Eleqeya xwe bi krîterên siyasî yên Kopenhagenê heye. Pêwendiya xwe bi şertê xweseriyê ya rêveberiyên herêmî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) heye. Bi Destûra Bingehîn re têkildar e. Li gelek deverên cîhanê heye. Bi tenê ji ya me aciz dibin."
'WELATÎ REWABÛNA XWE JI DEWLETÊ WERNAGIRE, DEWLET REWABÛNÊ JI WELATIYAN WERDIGIRE'
Parêzer Ozgokçe da zanîn ku welatî hebûn û rewabûna xwe ji dewletê wernagirin û got, "Berevajî, dewlet hebûn û rewabûna xwe ji dewletê werdigire. Ji xwe dewlet rêxistinbûyîneke temsîlî ye. Xwedî wê berpirsyariyê ye ku daxwaz û bendewariyên hêza eslî bi cih bîne. Dema ev yek ji nedîtî ve were, hingî wê pirsgirêka rewabûna di temsîlê de derkeve holê."
'HILBIJÊRÊN KURD BI TEMAMÎ JI AKP'Ê QUT BÛ'
Ozgokçe li ser encam û bandora pêvajoya şer a 2 mehan, ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê û Erdogan ve hatiye destpêkirin û tê meşandin jî ev nirxandin kir:
"Vê pêvajoya şer, li şûna reşbîniya li nava civakê, bêbaweriya li hemberî desthilatdariyê bi xwe re anî. Hilbijêrên Kurd êdî bi temamî ji AKP'ê dûr ketine. Li aliyê din, hevser, dê, bav û zarokên hêzên ewlekariyê yên di vî şerî de ber bi mirinê ve hatin dehfdan gotin, 'haya me ji vê lîstikê heye, em qebûl nakin, li dij derdikevin' û vî şerî erê nakin. Wekî din, li gorî min hilbijêrên HDP'ê sekneke bi bawer û zexim nîşan da. Ev bawerî ne baweriya ji AKP'ê ya ji bo aştiyê bû. Baweriya ji xwe, baweriya ji dînamîkên xwe ye. Yanî eger gelek, civakek li dijî şer derdikeve, eger aştiyê dixwaze û di vê oxirê de bi xurtî û bawerî têdikoş e, hingî di dawiya dawî de wê aştî were."