Serokê Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Evo, der barê sîstema nû ya perwerdeyê de diyar kir ku wan yek jî hîmên girîng ên Şoreşa Rojava danîne û destnîşan kir, ku wan li ser bingeha neteweya demokratîk sîstemeke perwerdeyê ava kirine.
Serokê Desteya Perwedeyê ya Kantona Cizîrê Mihemed Salih Evdo, ji ANF'ê re sîstema nû ya perwerdeyê ya li Rojava nirxand.
'BI KURD, EREB Û SURYANIYAN RE BIRYAREKE HEVPAR HAT DAYÎN'
Evdo anî ziman ku di qonaxa destpêkê ya ragihandina xweseriya demokratîk de wan ji bo meşandina xebatên sîstema perwerdeyê komîsyon ava kirine û got, "Vê komîsyonê xebatên xwe di heman demê de bi Erebî jî didomand. Hevalên di nava vê komîsyonê de cih girtin, li cihekî girtî, materyalên pêwîst ên ji bo perwerdeyê amade kirin. Piştî destnîşankirina rêbazê û amadekirina materyalan, Konferansa Ziman a Kantona Cizîrê hat lidarxistin. Beriya konferansê, delegeyên Kurd, Ereb û Asûrî hatin hilbijartin. Ereb û Asûriyan 25 delegeyên xwe, Kurdan jî 50 delegeyê xwe şandin konferansê. Di konferansê de biryar hat dayîn, ku di perwerdeya îsal destpê bike de wê sê salên destpêkê ji bo zarokên Kurd perwerdeya bi zimanê Kurdî esas were girtin."
Evdo da xuyakirin ku xebata hatiye meşandin ne karê çend kesan e, ji aliyê saziyan ve hatiye meşandin e û ragihand ku di konferanseke bi beşdariya Kurd, Ereb û Suryaniyan re biryara perwerdeya bi zimanê Kurdî hatiye wergirtin.
Evdo got, "Me pirtûkên xwe amade kir û dan çapxaneyê. Li dibistanên li Kantona Cizîrê yên îsal dest bi perwerdeyê kirin, me pirtûkên xwe belav kirin. Ev nêzîkatî hem wê li dibistanên rejîmê, hem li dibistanên taybet, hem jî li dibistanên ser bi dêrê ve, derbasdar be. Di vê sîstemê de me ti dibistan li derve nehiştin."
'MAMOSTEYÊN EREB Û SURYANÎ KOMÎSYON AVA KIRIN'
Evdo bal kişand ser pêwîstiya bi rêbazên nû ji bo civakê, ku di Hevpeymana Civakî de hatiye destnîşankirin û got, "Girîng e ev rêbaz li krîterên zanistî û demokratîk ên nû werin. Pêwîste zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî li van krîteran bên. Ji aliyê zimanê Kurdî ve me bersiv dan vê pêwîstiyê. Mixabin ji ber ku ji aliyê zimanên Erebî û Suryanî ve hevalên me bi têrkerî amadekarî nekirin, ev pirtûk hînê nehatiye amadekirin. Em ê di warê madî û manewî ve bi her awayî destekê bidin van hevalên xwe û dixwazin di dema pêş de vê xebatê jî temam bikin.
Komîsyonek ji mamosteyên Erebî û Suryanî hat avakirin. Hevalên mamosteyên Erebî wê bi zimanê xwe, hevalên mamosteyên Suryanî-Asûrî jî wê bi zimanê xwe pirtûkan amade bikin. Weke Desteya Perwerdeyê jî em ê destekê bidin wan. Ji bo meşandina xebatên xwe, me cih diyar kirin. Ji bo xebatên wan, çi madî çi jî manewî wê destek bê dayîn.
Li Rojava, di çarçoveya neteweya demokratîk de sîstemek hatiye avakirin. Li gorî vê yekê, hemû netewe û gel di nava vê sîstemê de xwe bi awayekî wekhev û azad îfade dikin. Di mijara perwerdeyê de Kurd, Ereb, Asûrî û gelên din wê bi awayekî wekhev û azad xebatên xwe bimeşînin. Naveroka xebatên werin meşandin jî, li ser bingeha demokrasî, azadîparêzî û dûrî ji cihêkariyê ye. Ev krîter ji bo her gelî derbasdar e.
Xebatên komîsyona me ya pirtûk amade kiriye, serketî û hêja ne. Di xebatên hatine meşandin de serketinên girîng hatine bidestxistin. Ev sîstem ji hemû sîstemên perwerdeyê yên welatên Rojhilata Navîn serketî û pêşketî ye."
Evdo diyar kir ku di sîstema wan a perwerdeyê de, tevî zanistên civakî, çandî, dersên dîrokê, felsefe, matematîk û fen, ew xwedî bernameyeke kûr a perwerdekirina şexan e. Evdo destnîşan kir uk ew rêbazeke zanistî û demokratîk esas digirin.
'PERWERDE WÊ BIBE SENTEZA ŞOREŞÊ'
Evdo axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji roja destpêkirina Şoreşa Rojava û vir ve wêneyekî me yê zelal heye. Di Şoreşa Rojava de aliyê leşkerî hîmekî gelekî girîng e, lê belê em dizanin ku aliyên çandî û civakî wê temam dikin. Şoreşeke civakî, aborî, siyasî û çandî ye. Ya ku ji aliyê esasî ve şoreşa me mayînde bike, gavên em li qada perwerdeyê biavêjin e. Perwerde wê bibe senteza Şoreşa Rojava. Ti şik û gumana me ji serketinê nîne."
Evdo da xuyakirin ku weke desteya Perwerdeyê ew dixwazin ji aliyê ramanî û zanistî ve kesayetê nû yê Kurd ava bikin û got, "Hêzên serdest bi hest û ramanê gelê me lîstine û ew ji rastiya xwe dûr xistine. Em hewl didin vê nêzîkatiya dijmin bişikînin û li cewherê vegerin. Em dixwazin kesayetekî li gorî sedsala 21'an ava bikin. Şoreşger, welatparêz û zanebûna kesayetê bê afirandin, bingeha perwerdeya me ye."
Serokê Desteya Perwerdeyê Evdo diyar kir ku sîstema wan a perwerdeyê, destketiyeke gelekî girîng û dîrokî ya şoreşa wan e û got, "Di dîroka Rojava de cara yekê ye bi mufredata Kurdî sîstema perwerdeyê destpê dike. Ev pêşketineke gelekî girîng e. Serketineke ku divê mirov pê serbilind bin."
Evdo ragihand ku yên dixwazin pirtûkên wan lêkolîn bikin, dikarin bi hêsanî werin û got, "Bila werin li pirtûk û naveroka wan binêrin. Di pirtûkên me de ti carî ne alîgiriyek ne jî siyaseta aliyekî îdeolojîk heye."
'PARASTINA OCALAN, WEZÎFEYA HER KURDÊ BI RÛMET E'
Evdo bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî çil sal in ji bo gel têdikoş e û got, "Parastina wî û têkoşîna ji bo azadiya wî, wezîfeya her Kurdekî bi rûmet e. Em ê vê yekê di pirtûkên xwe de, di radyo û televîzyonên xwe de biparêzin."
'DIVÊ REJÎMA YEKPARÊZÎ YA DEWLETA TIRK BÊ ŞIKANDIN'
Serokê Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Mihemed Salih Evo, nêzîkatiyên yekparêz ên dewleta Tirk jî nirxand û herî dawî ev mesaj da:
"Em dewleta Tirk û rejîma wê ji nêz ve dişopînin. Di ser sîstema yekparêzî ya Kemalîzmê re dem bihuriye. Girîng e ev rejîma yekparêzî bê şikandin. Em bawerin ku xwendekarên Kurd, tevgera siyasî û civakên sivîl wê vê nêzîkatiya faşîst a yekparêz a dewleta Tirk qebûl nekin. Em destekê didin xwendekarên Kurd ên ku dibistanên rejîma Tirk boykot dikin.
Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye û ti carî nabe bê qedexekirin. Pêwîste perwerdeya bi zimanê Kurdî bi qanûnan bê qebûlkirin. Rejîma Tirk û rejîma Baas di nava nêzîkatiyeke faşîzan û yekparêz de ne. Yekyekiyên weke yek ziman, yek reng, antî-demokratîk in, divê werin şikandin."