Kûrtîş bi dirûşman hat oxirkirin

Li navçeya Bismilê bi hezaran welatiyan cenazeyê Halîl Kurtîş (19) ê ku ji hêla polîsan ve hat qetilkirin û hat astengkirin defin kirin.

Li navçeya Bismilê bi hezaran welatiyan cenazeyê Halîl Kurtîş (19) ê ku ji hêla polîsan ve hat qetilkirin û hat astengkirin defin kirin.

Li navçeya Bismilê ya Amedê bi hezaran welatiyan cenazeyê ciwanê 19 salî Halîl Kurtîş ê ji hêla polîsan ve hat qetilkirin û hat astengkirin defin kirin. Malbata cenazeyê Kurtîş piştî otopsiyê ji Saziya Tipa Edlî ya Amedê wergirt û ji bo definkirinê ber bi Bismilê ve bi rê ketin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, rêveberên HDP û DBP'ê jî bi malbatê re çûn Bismilê. Ji ber ku li Bismilê rewşa awarte hatiye îlankirin polîsan nehişt cenaze têkeve navçeyê. Li ser vê yekê cenazeyê Kurtîş birin ser rêya Amedê û li Goristana Tokî bi dirûşmên, "Şehîd namirin" û "Serok Apo" hat definkirin. Di axaftinên merasîma cenaze de lanet li hikûmeta şer a AKP'ê û polîsan hat barandin.

NAHÊLIN KONÊN SERSAXIYÊ BÊN VEDAN

Her wiha ji ber îlankirina rewşa awarte polîs nahêlin konê sersaxiyê yên ji bo 2 jê zarok 4 welatiyên di nava 3 rojan de hatine kuştin werin vedan. Tê payîn ku li Mala Gel a Seyrantepeyê şîna Elîf Şîmşek (8) û Egîd Yildiz bên danîn.