Cenazeyê Latîfe Tûtûk a 23 salî, ku duh êvarê li Taxa Yeşîltepe ya navçeya Şirnex Silopiyayê dema ji mala cîranê xwe diçû mala xwe, ji ber guleya ji wesayîta zirxî hat berdan jiyana xwe ji dest da, ji aliyên jinan ve hat hilgirtin. Jinan bi qîrîna dirûşmeyan darbesta Tûtût li ser milan bir Goristana Taxa Yenîşehîrê. Di merasîma li goristanê de sirûda "Ey Reqîp" hat xwendin û bênavber dirûşmên "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz got, "Li hemberî gelê Kurd, dijminên namerd hene. Dijmenekî welê heye ku jin û zarokên nikarin xwe biparêzin yek bi yek qetil dike. Di şerê wan de hiqûqek û exlaqek nîne. Li Kurdistanê ev hiqûq û exlaq hatiye binpêkirin." Sariyildiz gotina 'windahiya sivîlan nîne' ya Davûtoglû bibîr xist û destnîşan kir ku heta niha bi fîşekên polîs û leşkeran nêzî 40 sivîl hatine qetilkirin. Sariyildiz diyar kir ku ev yek hovîtiyeke û got, "Em jî ji Davûtoglû re dibêjin tu derewan dike, tu bê exlaqiyê dike."
Di dema veşartina cenazeyê Tûtûk de xwişka wê darbest hembêz kir û got, "Dayê dilê min dişewite. Yên ku ev êş anîne serê me, bila Xwedê heman êşê bi malbata wan bide kişandin."
Li dû axaftinan, Tûtûk li ber duayan hat veşartin.