Li Farqînê xebatkarên şaredariyê û rojnamevan hatin binçavkirin

Li Farqînê, tevî xebatkarê Ozgur Gun TV Mûrat Demîr, nûçegihanê DÎHA Serhat Yuce, xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Faysal Aksû û encumenê Şaredariya Farqînê Kerem Yilmaz, gelek kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Amed Farqînê, piştî qedexeya derketina derve, dorpêçandin û êrîşên polîsan bê navber dewam dikin. Polîsên tevgera taybet danê sibehê li gelemperiya navçeyê derketin operasyonê. Di serdegirtina li hewşa Şaredariyê de kamera xebatkarê Ozgur Gun TV Mûrat Demîr û nûçegihanê DÎHA Serhat Yuce hatin desteserkirin û ew hatin binçavkirin.

Her wiha polîsan wesayîtên kar ên aydî DSÎ jê desteser kirin û bi van wesayîtan hewl didin têkevin taxên Tekel, Baglar û Ferîdûnê. Polîsên ketin taxa Tekelê bi ser gelek malan de girtin. Hat ragihandin ku xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Faysal Aksû û encumenê Şaredariya Farqînê Kerem Yilmaz û bavê wî Omer Yilmaz jî di nav de gelek welatî hatin binçavkirin.

Polîsên taxên Tekel, Konal, Mescît, Baglar û Ferîdûnê dorpêç kirine, taxan gulebaran dikin û li hemberî êrîşa tîmên taybet berxwedana gel bênavber didome.