Erdogmûş: Ya girîng; beralîkirina zilm û zordaran e
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş, di axaftina xwe ya li panela ji bo hilbijartinê a li bajarê Elmanya Wûppertalê de got, "Ya girîng; beralîkirina zilm û zordaran e."
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş, di axaftina xwe ya li panela ji bo hilbijartinê a li bajarê Elmanya Wûppertalê de got, "Ya girîng; beralîkirina zilm û zordaran e."
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş, di axaftina xwe ya li panela ji bo hilbijartinê a li bajarê Elmanya Wûppertalê de got, "Ya girîng; beralîkirina zilm û zordaran e."
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Elmanya Wûppertalê, bi mijara hilbijartinê panelek lidar xist. Di panelê de Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş û Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Hafiz Ahmet Tûrhalli weke qiseker amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, axaftina vekirinê ya panelê ji aliyê Hevserokê NCDK'ê Savci Azar ve hat kirin.
Dûre Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş mafê axaftinê wergirt. Erdogmûş anî ziman ku destwerdana lezgîn a li nexweşekî rewşa wî lezgîn e û destwerdana li nexweşekî ji rêzê weke hev nîne û diyar kir, ku ji bo nexweşên lezgîn servîsên lezgîn û ekîbên lezgîn hene. Erdogmûş ragihand ku karê destpêkê yê ev ekîp bikin ew e ku nexweşxan ji rewşa mirinê rizgar bike û got, "Ya me jî, têkoşîn û destwerdaneke lezgîn a rizgariyê ye."
Erdogmûş da xuyakirin ku li her devera cîhanê, dijderketina li zilmê, têkoşîn û destwerdana lezgîn e û got, "Ya girîng e ew ku ev zilm û yên zilmê dikin werin beralîkirin. Eger ew bên beralîkirin, hingî wê civak karibin di nava edalet û demokrasiyê de hebûna xwe bidomînin. Şehîdgehên niha yên li herêma me rastî êrîşan tên. Dikarin goran hilweşînin, dikarin mizgeftan hilweşînin, dikarin dar û xwezaya li wir talan bikin. Lê belê goristanên ne tenê muştemîlateke li ser wê axê ye, ya girîng ew e; ku wê bi çi rengî li pêşberî wê manewiyat û rûhaniyeta li binê wê goristanê radizê, çawa hesap bide dîrokê.
Çawa ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de me zîhniyeta van tarûmar kirin, di 1'ê Mijdarê de jî girîng e em bi ruhê seferberiyê bixebitin û hesabên van serûbin bikin. Ya ku kîmya desthilatdariya li Tirkiyeyê xera kiriye azadiya Kobanê ye, azadiya Girê Spî ye û encama tirsa wan a ji pêvajoya sibe ya azadkirina Cerablûsê ye. Çiqasî ditirsin êrîş dikin, çiqasî dihejin êrîş dikin. Lê belê di dawiya dawî de zilm wê bi erdê re bibe yek. Zalim û zordar wê bi erdê re bibin yek."
Serokê CÎK'ê Mele Hafiz Ahmet Tûrhalli jî wiha axivî: "Di nava ol de cihê desthilatdariyên ku mirovan qetil dikin, mirovan ji welatê wan sirgûn dike, goristanan xera dikin û dibin sedem ku zarok li sarincan bên ragirtin, nîne. Ji ber ku em weke Misilman alîgirê aştiyê ne, bang li hemû kesî dikin ku li dora aştiyê bicivin. Aştî jî li derveyî çekê, bi hilbijartinê pêkane. Em dixwazin hemû Kurd, her kesên durust ên li dijî zilmê disekinin, li cem HDP'ê cih bigirin. Eger em di 1'ê Mijdarê de karibin zaliman têk bibin, em ê hingî pêşî li aştiyê vekin. Lewma careke din dixwazim bang li mirovên me yên li Ewropayê dijîn bikim; dengek jî dengek e. Xwe bigihînin her kesî û di 1'ê Mijdarê de em zaliman qels bikin. Ji ber ku ev yek di heman demê de fermana Xwedê ya ji bo me ye."
Panel bi pirs û bersivdayînê bi dawî bû.