Cihê komkujiya komî ya çeteyên DAIŞ'ê; Bîra Huda
Li nêzî gundê Huda yê 12 km li başûrrojhilatê bajarokê Silûkê ye, cihê gora komî vê carê bîreke xwezayî ye. Bîra Huda ku gelê herêmê diçû dîtina wê, niha ji ber bêhna genî kes nikare xwe nêzî wê bike.
Li nêzî gundê Huda yê 12 km li başûrrojhilatê bajarokê Silûkê ye, cihê gora komî vê carê bîreke xwezayî ye. Bîra Huda ku gelê herêmê diçû dîtina wê, niha ji ber bêhna genî kes nikare xwe nêzî wê bike.
Li nêzî gundê Huda yê 12 km li başûrrojhilatê bajarokê Silûkê ye, cihê gora komî vê carê bîreke xwezayî ye. Bîra Huda ku gelê herêmê diçû dîtina wê, niha ji ber bêhna genî kes nikare xwe nêzî wê bike.
ÇETEYÊN DAIŞ'Ê GORA KOMÎ LI DÛ XWE HIŞTIN!
Cihê gora komî, ku çeteyên DAIŞ'ê bi hezaran mirovên li Sûriye û Rojava qetil kirin avêtinê, vê carê bîreke xwezayî ye.
Çeteyên DAIŞ'ê yên ku bi Pêngava YPG'ê ya Fermandar Rûbar Qamişlo re derbên mezin xwar û li Çiyayê Kizwanan, Mebrûka, Silûk û herî dawî jî li Til Ebyadê winda kirin, li dû xwe gorên komî hiştin.
Piştî Çiyayê Kizwanan û herêma Xabûrê, goreke komî vê carê li Huda ya nêzî bajarokê Silûk ê Girê Spî derket holê.
Çeteyên DAIŞ'ê yên nikarîbûn li hemberî hêzên YPG'ê bisekinin, piştî ku di 13'ê Hezîranê de bajarokê Silûkê terikandin, li dû xwe bajarekî hatiye xerakirin, hilweşandin û mayînan hatiye dorpêçkirin, hiştin.
Hêzên YPG'ê, bermayînên şer ên ji enqazên çeteyan paqij dikin û roj bi roj hovîtiyeke nû ya çeteyan derdixînin holê. Bîra Huda ya 12 km li başûrrojhilatê Silûkê ye, derket holê ku ji aliyê çeteyan ve weke goreke komî hatiye bikaranîn.
Derket holê ku çeteyan bi sedan mirov avêtine nava bîra Huda. Gelê herêmê radigihîne ku ev hejmar bi hezaran e.
Mirovên ku malbatên wan li herêmên di bin kontrola DAIŞ'ê de ne, ditirsin biaxivin. Tevî vê yekê jî, der heqê vê bîrê de bi dehan çîrokên komkujiyê yên ji hev cuda tên vegotin.
Du şivanên herêmê, ku bi rûpêçandî ji kamerayên me re diaxivin, dibêjin ku li bîra mirinê ya ku çeteyan weke cihê komkujiyê bi kar anîn, bi hezaran cesedên mirovan hene. Şivanên ciwan diyar dikin, ku ji ber têkbirina çeteyên DAIŞ'ê û ewlekariya hêzên YPG'ê ya li herêmê, dilê wan rehet û aram e, lê belê ji ber ku malbatên wan li cihên di bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê de ne, ew ne rehet in. Ciwanekî ku ji hovîtiya li herêmê re şahidî kir got, "Mirov ditirsin bên vê derê. Ji ber ku bi hezaran mirov yan bi saxî avêtin vê derê yan jî bi mirî cesedên wan avêtin vir."
BI GOTINA 'BIREVIN HÛN AZAD IN' MIROV DIAVÊTIN NAVA BÎRÊ
Bîra mirinê ya DAIŞ'ê ku qorteke kûr e, ji ber ku derdora wê zinar e, binê wê nayê dîtin. Lê belê dijwariya ewçend bêhna genî nîşan dide ku di bîrê de cesedê bi sedan, bi hezaran mirovan hene.
Hin ji şahidan diyar kirin, ku çeteyên DAIŞ'ê, mirovên dixwestin wan bikujin bi qemyonan dianîn ser vê vîrê, çavên wan girê didan û ji wan re digotin, "Bi 100 metreyî birevin û dûre çavên xwe vekin, hûn hingî azad in". Şahidan gotin, "Esîrên ku bi kêfxweşiya rizgariya ji çeteyên DAIŞ'ê dibeziyan, li dû hev werdigeriyan nava bîrê."
'BILA DAIŞ Û YÊN DESTEK DANE DAIŞ'Ê, LI DADGEHÊN NAVNETEWEYÎ WERIN DARIZANDIN'
Gelê li herêmê dixwaze, DAIŞ û El Nûsra ku li dijî mirovahiyê sûc kirine û dewleta Tirk a destek daye van çeteyan, ji ber sûcên kirine li dadgehên navneteweyî werin darizandin. Ji bo belgekirina sûcên DAIŞ'ê û hêzên destek dane wan, bîra mirinê ya Huda li benda lêkolînkirinê ye.