Gelê Farqînê nahêle polîs derkevin ser avahiyên bilind

Li Farqînê polîsên ku ji bo sivîl û malan hedef bigirin xwestin derkevin banên apartmanan, rastî berteka welatiyan hatin. Polîs bi zora çekan derî şikandin û welatî derb kirin.

Li Farqînê polîsên ku ji bo sivîl û malan hedef bigirin xwestin derkevin banên apartmanan, rastî berteka welatiyan hatin. Polîs bi zora çekan derî şikandin û welatî derb kirin.

Li navçeya Farqîn a Amedê di roja 3'emîn a rewşa awarte de, hewldana polîsan a komkujiyê berdewam dike, li hemberî vê jî berxwedana gel didome. Polîs û leşker ji wesayitên zirxî û tankan taxan gulebaran û bomberan dikin. Gel jî li taxan li hemberî êrîşan berxwedana xwe pêş dixe.

Hate zanîn ku polîsên ku ji bo sivîl û malan hedef bigirin xwestin li Taxa Konak derkevin banê Apartmana Beyoglu, rastî berteka welatiyan hatin. Li ser berteka gel, polîsan derî bi zorê şikandin û welatî derb kirin. Polîsên tîmên taybet bi zora çekan derketin banê apartmanê.