Piştî 4 salan li Girê Spî dibistan vebûn
Piştî 4 salan 122 dibistanên bajarê Girê Spî deriyên xwe ji 7 hezar û 500 şagirtan re vekirin.
Piştî 4 salan 122 dibistanên bajarê Girê Spî deriyên xwe ji 7 hezar û 500 şagirtan re vekirin.
Piştî ku Meclîsa Rûspiyên Bajarê Girê Spî bi hevkariya Tevgera Civaka Demokratîk 6’ê Îlona 2015’an civîna xwe li dar xist û tê de Komîteya Perwerdeyê hat avakirin. Komîteyê dest bi amadekariyên bingehîn ên vekirina dibistanan, erkedarkirina mamoste û tomarkirina navê şagirtan kir.
Îro ji 126 dibistanan 122 dibistanên bajarê Girê Spî deriyê xwe ji şagirtan re vekirin. Ji wan dibistanên ku nehatine vekirin, 3 ji wan hatine rûxandin. Ew jî dibistanên gundê Serzorî, Eyîn El- Arûs û Ehmediyê ne. Her wiha dibistana El- Ehmed jî mayîn kiriye.
Piştî ku dibistanan deriyê xwe vekirin, îro danê sibehê 7 hezar û 500 şagirt û 500 mamosteyan berê xwe dan dibistanan.
Cîgirê Serokê Desteya Perwerdeyê Osman El- Şêx diyar kir ku mamoste û şagirtan bi coşeke mezin berê xwe dan dibistanan.
Wê şagirt perwerdeya xwe bi meteryalên zimanê Erebî bibînin. Di demên pêş de wê waneyên zimanê Kurdî jî bên dayîn.