Vaye wêneyê hovîtiyê!
Ciwanê bi navê Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê bi birîndarî ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hat qetilkirin, derket holê ku dûre li pişt wesayîta zirxî ya Akrepê hatiye girêdan û bi erdê ve hatiye kaşkirin.

Hêzên dewletê ku bi 'fermana vekirî' ya Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû li bajarên Kurdistanê terorê dikin, di hovîtiyê de sînoran nas nakin. Haci Lokman Bîrlîk ê 24 salî yê duh li taxa Dîcle ya Şirnexê hat qetilkirin, derket holê ku dûre li pişt wesayîta zirxî ya bi tîpa Akrep hatiye girêdan û bi erdê ve hatiye kaşkirin. Mirovên ku dîtin Bîrlîk hatiye qetilkirin anîn ziman ku tîmên tevgera taybet di destpêkê de Bîrlîk bi birîndarî girtine û piştre ew înfaz kirine. Şahidan diyar kirin ku tîmên tevgera taybet, pê li serê Bîrlîk ê înfaz kirin kirine û bi wî rengî wêneyên xwe kişandine. Şahidan ragihandin ku Bîrlîk dûre li pişt wesayîta zirxî ya bi tîpa Akrep ve hatiye girêdan û heta avahiya Bayindirlik bi erdê ve hatiye kaşkirin.
Personela tenduristiyê Menal Geçer a li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, ku cenazeyê Bîrlîk anîn vê nexweşxaneyê, gava ji bo hilgirtina cenazeyê Bîrlîk sedye anî, li vir rastî êrîşa tîmên tevgera taybet hat û hat binçavkirin.
DEMÎRTAŞ: BILA KESEK JI BÎR NEKE, JI BER KU EM Ê JI BÎR NEKIN...
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ev wêne di hesabê xwe yê Twitterê de weşand û got, "Li vî wêneyî baş binêrin. Pêr li Şirnexê hat kişandin. Bila kese ji bîr neke, ji ber ku em ê ji bîr nekin."