RCS ên li Êlihê xwerêveberiyê dixin meriyetê

Tevî RCS, partiyên siyasî, saziyên jin, ciwan û baweriyan nûnerên gelek saziyan, ji bo avakirina modela xwerêveberiyê, komxebat û konferansan lidar dixin.

Tevî rêxistinên civakî yên sivîl (RCS), partiyên siyasî, saziyên jin, ciwan û baweriyan nûnerên gelek saziyan, ji bo avakirina modela xwerêveberiyê, komxebat û konferansan lidar dixin. Nûnerên saziyên aborî, siyaset û tenduristiyê li ser avakirina sîstemê axivîn.

Mîna li gelek navendên Kurdistanê li Êlihê jî xwerêveberî hat îlankirin. Der barê xwerêveberiya ji aliyê gel ve hat ragihandin de, nûnerên ode û sendîkayan ên li Êlihê ji ANF'ê re axivîn.

Serokê Yekîtiya Odeyan a Êlihê Talat Kara: Yek ji hêmanên girîng ên xwerêveberiyê, aborî ye. Di xwerêveberî yan jî xweseriyê de, girîng e aboriya gel were zexmkirin. Li gund, tax û bajaran pêwîste komîn û kooperatîf werin avakirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Sendîkaya Petrol Îşê Sertîp Ozdemîr: Li hemberî hilweşîna sîstema parlamenteriyê, yekane alternatîfa li dijî sîstema yek şexsî, sîstema xwerêveberiyê ye. Der barê xwerêveberiya dikare ji Rojhilata Navîn û herêmên Kurdistanê re bibe model, nirxandinên berfireh tên kirin. Bi beşdariya jin, ciwan û rêxistinên civakî yên sivîl ên li herêmê re divê komxebatên berfireh bên lidarxistin. Weke RCS ên li Êlihê em beşdarî civînê bûn û bi bersivên xwe yên li ser kedê re me ê di rojên pêş de bi endamên xwe re bicivin. Em hêvîdar in wê modela xwerêveberiyê li welatê me û herêma me bibe wesîleya aştiyê. Di vî warî de hêviya me zêde bûye.

Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Abdulbarî Karaagaç: Modela xwerêveberiyê, rêvebirina asta jor ji aliyê jêr ve ye. Di nava hemû sîsteman de rêveberî ji jorê dadikeve jêrê, lê di xwerêveberiyê de vîna gel ji kolanan, ji tax û bajaran ber bi jorê ve diçe û li gelemperiyê belav dibe. 

Xwerêveberî bûyîna xwedî vîn û xwezanekirin e. Eger demokrasî xwerêvebirina gel be, hingî sîstema xwerêveberiyê jî cewhera demokrasiyê bi xwe ye. Di sedsala 21'an de rizgariya tevahiya gelên cîhanê, wê di xwerêveberiyê de be.

Sekreterê Malî yê Şaxê Êlihê ya SES'ê Mûrat Sezîk: Pêwîste gel xwe bi xwe bi rê ve bibe. Mehkûmbûna gel li sîstemeke zordar, di nava gel de rê li ber bêzariyeke mezin vekir. Li Rojhilata Navîn, tenduristî weke bazarekê tê dîtin û bi amûrên teknolojî û enformasyonê re hewl tê dayîn gel bê razandin. Divê beriya her tiştî ev rewş were nirxandin. Li vê erdnîgariya ku hekîm û dermanên destpêkê xwe lê dan der, divê ev cewher ji nû ve were derxistin. Tevî vê yekê divê ji sîstema nû ya tenduristiye sûd bê wergirtin û bi kombînasyona van her duyan re em sîstemeke nû ya tenduristiyê biafirînin. Tenduristî pêwîstiyek e. Pêwîstî jî ji bo qezenckirina hin kesan nîne, ji bo tevahiya civakê ye. Hemû faktorên civakî û siyasî pêwendiya xwe bi hawidor û rewşa tenduristiyê ya mirovan heye. Mirovekî ne azad nikare xwedî tenduristiyeke baş be. Civakeke xweza û hawirdora wê hatiye talankirin, nepêkane xwedî tenduristiyeke baş be. Ji niha û pê ve divê li her taxê, li her semtê, bi pêkanînên kevin û nû yên tenduristiyê re doktor û personelên tenduristiyê werin perwerdekirin. Ji niha û pê ve divê komînên tenduristiyê werin avakirin û ev yek jî ne bi armanca bazirganiyê, li ser bingeha pêwîstiyan bi exlaq û pîvan werin avakirin.